ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 24 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Ev îxaneta yekem a PDK’ê nîne. Ji dîrokê tê sekna wan. Yek ji mînakên vê jî wargeha penaberan ya Şehît Rustem Cudî ye. Gelê wargehê yê li dijî zilma Tirkiyeyê derket û berê xwe da Başûrê Kurdistanê vê carê bi zextên PDK’ê rû bi rû man. Hêviya gel herçiqasî yekitî be jî di roja îro de heman îxanet tê kirin. Koçber û berxwedêrên Mexmûrê Fadîle Tok û Kendal Avyanî di çîroka rêwitiya koçberan de vê yekê şîrove dikin û dibêjin: “Me xwe koçber hesap nedikir. Ji ber em li Kurdistanê bûn. Lê mixabin xwişk û birayên me li me xistin. Bila ji ber vê yekê ev weke bîra kurdan bimîne.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şirnexî ku kuştina Mahsa Jîna Amînî şermezar kirin gotin, " Em ligel jinên ku li dijî dîktatoriyê li Rojhilat û li Îranê di berxwedanê de ne û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemînin." DÎMEN HEYE
 
*Berîvan Kaylu da zanîn ku di çalakiyên ‘Sîwana me asîman in’ de her tim bi destdirêjî û tehdîda polîs re hatine rû hev, sedema veqetîna wan a ji wargehê jî destdirêjiya midûrê wargehê ye. Berîvanê daxuyand ku hevalek wan a di Newrozê de hatiye binçavkirin û berdan, li wargeha lê dima ji aliyê midûrê wargehê ve birine cem kesên xwe wek polîsên sivîl didin nasîn û li ser derî hatiye girtin. DÎMEN HEYE
 
*Ji bo Jîna Mahsa Amînî ku ji aliyê polîsên ahlaqê ve hatibû qetilkirin, bi pêşengiya jinan çalakî hatin destpêkirin. Jin der barê çalakiyan de axivîn û diyar kirin ku siyaseta li Tirkiyeyê ji ya Îranê cudatir nîne û got piştevanî û têkoşîna jinan wê teqez bi ser keve. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Guldem dogan da zanîn ku kesên ku xwe wek îstîxbarata Enqereyê dane nasîn li wê geriyane û heqeretên zayendperest lê kirine. Guldemê der barê mijarê de serlêdana sûc kir.