Li Agiriyê ji bo Mahsa çalakî: Bê ehlaqî di zîhniyeta îqtîdaran de heye

  • 14:45 23 Îlon 2022
  • Rojane
 
AGIRÎ - Endama Meclisa Şaredariya Agiriyê Semra Tokuş ku di daxuyaniya derbarê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji rojhilatê Kurdistanê de axivî got, "Bê ehleqî ne di têlên porê me yê ku tê dîtin de ye, ji Îranê heta bi tevahiya cîhanê di zîhniyeta mêrê serdest de ye. Berxwedan û têkoşîna Mahsayê ya me hemûyan e."
 
Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê, derbarê Jîna Mahsa Amînî ya ji rojhilatê Kurdistanê ku ji ber hin têlên porê wê ji dervebûn ji aliyê polîsên ehlaqê yê Îranê ve hat qetilkirin de li ber avahiya xwe daxuyanî da.  Di daxuyaniya ku gelek jin tevli bûn de pankarta , "Em di sedsala 21'emîn de "Li hemberî rejîmên dîktator serî natewînin."
 
Daxuyanî ji aliyê endama meclisê ya Şaredariya Agiriyê Sema Tokuş ve hat xwendin.
 
'Jinan careke din nîşan dan ku wan dest ji têkoşînê bernedane'
 
Semra bal kişand ser rêbaza qetilkirina Mahsayê  û got ku Mahsa ya kurd ji aliyê polîlên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin. Semara got, " Jin bertekên xwe yên li dijî qetilkirina Mahsa Emînî bi çalakiyên protestoyî li tevahiya cîhanê bi taybet li Îranê didomînin. Bi xwepêşandan û meşên xurt li kolanan, ew serhildana xwe ya li dijî Rejîma Îranê ya serdest a mêr û saziyên wê yên mêtînger ên weke 'polîsê exlaq' bilind dikin. Bi rastî jî di merasîma cenazeyê Mahsa de jinan bi rakirina laçikên li serê  xwe bi girseyî nîşan dan ku têkoşîn û serhildana xwe derbasî qonaxeke nû kirine. Jinan careke din nîşan dan ku ew ê ti carî dest ji berxwedana xwe ya li dijî şêwaza jiyanê ya jinan û ferzkirina sergirêdanê bernedin."
 
'Rejîma ku jinan qetil dike maxkûmê tunbûnê ye'
 
Semra bal kişand ser  serhildana jinan a li dijî qetilkirina Mahsa li Herêma Kurdistanê dest pê kir û li herêmê veguherî serhildana gel û got, "Rejîma Îranê bi hemû hêza xwe êrîşî gel kir, careke din mêtingerî û dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd nîşan da. hêza wê ye ku vê serhildana bilind bitepisîne. Qanûnên ku ji sala 1979’an û vir ve li Îranê tên meşandin, li ser mêtîngeriyê hatine avakirin. Ev rejîma ku serjêkirinê li ser jinan ferz dike, her cure destwerdana di jiyana jinan, cil û berg û reftarên jinan de, û lêdan û kuştina jinan bi hêceta ku “Rêbazên Îslamî” tevnagerin, mehkûmî tunebûnê ye.
 
'Têkoşîn û berxwedana jinan nayê astengkirin'
 
Semra anî ziman ku jinên Îranî li dijî van êrîşan dest ji têkoşînê bernedaye û destnîşan kir ku berxwedana Mahsa îspata herî mezin a vê yekê ye. Semra got, “Rêjîm û polîsên ku dibîne ku desthilatdariya ku her diçe diheje, êrîşî jinan û têkoşîna wan dikin, hewl didin jinan . Lê belê, divê baş bê zanîn ku; Têkoşîn û berxwedana bindestan bi taybetî jinan nayê astengkirin! Li hemû cîhanê bi taybetî jinên Îranî jin dibêjin êdî bes e! Gelên Îranê, gelên cîhanê dibêjin êdî bes e! Bêexlaqî ne di porê te yê xuyayî de, di zihniyeta hêzên serdest ên mêr de ji Îranê heta hemû cîhanê ye. Li vir em careke din diyar dikin; Berxwedan û têkoşîna Mahsa jî têkoşîna me ye! Em ê bi hevgirtina vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re cîhaneke azad ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.