Qetilkirina Jîna Amînî hat şermezarkirin: Raperîna jinan mezin dibe

  • 15:21 22 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê derbarê kuştina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê "polîsên ehlaqî" yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, li gelek navendan daxuyanî da û hat diyarkirin ku raperîna jinan li her derê mezin dibe û hat gotin ku têkoşîna Jîna li dijî pergala serdest a mêr îspata herî mezin e.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê "polîsên ehlaqî" yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, li Êlih, Sêrt, Riha, Meletî, Hatay, Îskenderûn, Dêrsim, Colemêrg, Gever û Semsûrê daxuyanî hatin dayîn. 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê bi tevlîbûna aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ARÎ-Der, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin me bi zorê bixin dojeha xwe” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TJA’yê ya Êlihê Ruken Işik ve hat xwendin.
 
‘Raperîna jinan mezin dibe’
 
Rûkenê, bi bîr xist ku Mahsa Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê “Polîsên Ehlaqê” yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi hinceta ku laçika xwe baş li xwe nekiribû, hat qetilkirin û wiha got: “Li tevahiya cihanê bi taybetî li Îranê gel bi çalakiyên protestoyê bertekên xwe yên li dijî qetilkirina Mahsa Amînî bilind dikin. Jin bi pêşedan û meşan li kolanan, ew serhildana xwe ya li dijî Rejîma Îranê ya pergala serdest a mêr û saziyên wê yên mêtînger ên weke 'polîsê ehlaq' raperînên xwe bilind dikin.”
 
‘Berxwedana Mahsa îspata vê ya herî mezin e’
 
Rûkenê, destnîşan kir ku jinên Îranî li dijî van êrîşên li ser maf û jiyana wan tu carî dev ji têkoşînê bernedane û wiha domand: “Berxwedana Mahsa îspata vê ya herî mezin e. Rejîm û polîsên li wê derê dibînin ku îktîdara wan diheje û  bi êrîşan dixwazin jinê û têkoşîna wan bitirsîne. Lê belê, divê baş bê zanîn ku; têkoşîn û berxwedana bindestan bi taybetî ya jinan nayê astengkirin.  Bi taybetî jinên Îranî û tevahiya cihanê jin dibêjin êdî bes e.”
 
‘Têkoşîna Mahsa jî têkoşîna me ye’
 
Rukenê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gotina me ji bo hemû jinên ku di şexsê Mahsa de hatin qetilkirin ev e ku bêexlaqî ne di porê we yê xuyayî de ye, di zihniyeta hêzên serdest ên mêr ên ji Îranê heta hemû cîhanê de ye. Li vir em careke din diyar dikin ku berxwedan û têkoşîna Mahsa jî têkoşîna me ye. Em ê serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bêdeng nabînin, natirsin, îtîatê nakin” û “jin, jiyan, azadî” û bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Sêrt
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê jî kuştina Jîna Mahsa Amînî li ber avahiya HDP’ê bi dayîna daxuyaniyê şermezar kir. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik, Hevseroka Şareseriya Sêrtê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen Işik, aktîvîstên TJA’yê , endam û rêvebirên HDP’ê yên navendê tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin mirovan bi zorê bixin dojeha xwe” hat vekirin û daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Tay ve hat xwendin. Hatîce, di daxuyaniyê de bang kir ku berxwedan û têkoşîna Mahsa têkoşîna wan e û got ew ê serhildan û berxwedana gelan bikin yek û cîhaneke azad ava bikin. 
 
Riha 
 
Li navçeyên Bêrecûk, Xelfetî, Pirsûs, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag û li navenda bajar gelek jin bi awayekî hemwext daxuyanî dan. Platforma Jinan a Rihayê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyê alaya ku ji pora jinan hatiye çêkirin û bûye sembola çalakiyên Îranê û pankart hat vekirin. 
  
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar axivî û wiha got: “Berxwedan û têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.” 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku ew zîhniyeta desthilatdariya Îranê baş nas dikin û ev tişt anî ziman: “Em wê zîhniyetê ji Mûsa Orhan ê Îpek Er qetil kirî, ji betalkirina Pemana Stenbolê nas dikin. Lê belê têkoşîna jinan berdewam e. Em ê bi mûyên pora Jînayê re vê têkoşînê jinûve vehînin.” 
 
Meletî 
 
Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Di serî de jinên kurd ên ji bo Jîna Mahsa Amînî li ber xwe didin, em hemû jinên berxwedêr silav dikin. Dirûşma Jin, jiyan, azadî bû dirûşma sedsala 21’emîn. Têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jinan e.” 
 
Hatay 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a Hatayê daxuyanî da û qetilkirina Jîna Amînî protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo Mahsa Amînî û ji bo azadiya xwe li Îranê, li Tirkiyeyê û li cîhanê serî hil didin” û dowîzên ku wêneyên Amînî li ser bûn hatin vekirin. Di daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Hatayê û gelek jin amade bûn. 
 
Îskenderûn
 
Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş, endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê û gelek partiyî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Jin li pey kujeran bi hêza xweparastinê li ber xwe didin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Em natirsin, bêdeng namînin, îtaet nakin” û “Jin dimeşin, azad dibin” berz kirin. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Rêveberiya Rêxistina HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmeş ve hat xwendin. Durmuş, da zanîn ku kujerê Mahsayê rejîma serdest a mêr e. 
 
Jinan, piştî daxuyaniyê pora xwe jê kirin.
 
Dêrsim 
 
Qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Dêrsimê jî hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’a Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê dijminatiya li jinan dawiya we, piştevaniya jinan jî şoreşê pêk bîne” hatibû vekirin. Rêvebera Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê Esma Ataş xwend daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Ataş anî ziman ku bi meş û xwepêşandanên xurt ên li kolanan re serhildana li dijî rejîma Îranê ya mêr serdest û polîsên wê yên ‘exlaqê’ tê mezinkirin. 
 
Esma, bi domdarî destnîşan kir ku dê jin dê tu carî li dijî zordestiyê dev ji berxwedana xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Serhildana li bajarên Kurdistanê ji bo Mahsayê hatiye destpêkirin, li herêmê pêl bi pêl mezintir dibe. Êdî veguherî serhildana gel. Rejîma Îranê ji bo têkbirina vê serhildanê bi hemû hêza xwe êrişî gel dike. Bi van êrişan re dijminatiya xwe ya li hemberî jinan û kurdan dîsa piştrast kiriye. Em li vir careke din dubare dikin; têkoşîn û berxwedana Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.” 
 
Colemêrg
 
Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven ve hat xwendin. Seven, diyar kir ku dê tu êriş nekarin pêşî li têkoşîna jinan û bindestan bigire û wiha got: “Di serî de li Îranê, hemû jinên cîhanê dibêjin êdî bes e.” 
 
Gever 
 
Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Endama Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agrali daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: “Têkoşîn û berxwedana Mahsa Amînî, têkoşîna hemû jinan e. Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin.” 
 
Semsûr
 
Meclisa Jinan a HDP’a Semsûrê jî li avahiya partiyê daxuyaniyek da û qetilkirina Amînî şermezar kir. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Semsûrê Yeşîm Camci ve hat xwendin. Jinan, soza têkoşîna hevpar dan.