'Em raporên dikare di girtîgehê de bimîne qebûl nakin'

  • 15:32 21 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê ku di roja 115'emîn de çalakiya xwe didomînin diyar kirin ku ew raporên "dikare di hefsê de bimîne" qebûl nakin û careke din daxwazên xwe anîn ziman.
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdn di roja 115'emîn de li ber Girtîgeha Kiriklarê berewam kir. Di nobeda ku xizmên girtiyan berdilkên li ser wan nivîsa, "Ji girtiyên nexweş re azadî " û " Bibe dengê zindanan" hebûn li xwe kirin, rêxistina HDP'a Bayrakliyê û ya navçeya Menemenê jî piştgirî danê. 
 
'Em raporên dikare di girtîgehê de bimîne qebûl nakin'
 
Di nobedê de Hevseroka HDP'ê ya navçeya  Bayrakliyê  Ayşe Silik, diyar kir ku girtî ji ber ku di girtîgehê de mane gelek nexweşî li wan peyda bûne û xwest ku girtî serbest bên berdan. Ayşe anî ziman ku divê dewlet dengê girtiyên nexweş bibihîze û ev tişt got, "Em dixwazin hevalên me yên ku înfaza wan hatiye şewitandin jî serbest bên berdan.  Her roj cenaze ji girtîgehan tê nderxistin.  Em li gel dayikan e û van biryaran qebûl nakin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bi bêdengiya xwe nebin hevkarên zilmê'
 
Piştre ji Rêxistina HDP'ê ya Bûcayê Cahît Gunay, jî bal kişand ser nivîsa li edliyeyan daliqandî û got, "Ev mirov edaletê dixwazin û ev mafê hemû gelan e. Ji ber ku girtî edaletê dixwazin tên tecrîdkirin.  Em û dayik bi hev re em bi biryar in û em ê edaletê bînin. Rêveberiya girtîgehê zilmê dike hûn jî bi bêdengiya xwe nebin hevparê vê zilmê."
 
Nobed bi dirûşmên, "Heq, hiqûq, edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.