Meclîsa Jinan a HDP'ê dê ji bo Jîna Amînî dakevin qadan

  • 13:46 21 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bertek nîşanî kuştina Jîna Mahsa Amînî da û diyar kirin ku dê li dijî kuştina jinan dakevin qadan. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê kuştina Jîna Mahsa Amînî de banga derketina li qadan kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran derbarê mijarê de ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû. 
 
Ayşe wiha bal kişand ser çalakiya ku bê li darxistin: "Dê sibê saet 13.00'an de li 51 bajaran û bi tevahî li 400 cihê dê kuştina Jîna Mahsa Amînî bê protestokirin. Em jin dê di nav piştevaniyê de bin û li dijî pergala serdest a mêr dengê xwe bilind bikin. 
 
Her çar aliyê cîhanê îqtîdara serdest a mêr dixwaze jiyana jinê û cilên jinê kontrol bike. Dema jin li dijî vê yekê derdikevin amûrên zextê dikevin devrê. Li Îranê ji ber ku por xuya dike jinek ji hêla polîsan ve tê kuştin. Çend roj in li Îranê kuştina Jîna Amînî tê protestokirin û serkêşiya wan çalakiyan jî jin dikin. 
 
Li hemberî partiya me, pergala me ya hevserokatiyê êriş pêk tên. Peymana Stenbolê hat betalkirin. Îqtîdara ku ji kuştina jinan hêz digire dixwaze xwe ser piyan bigire. Heke em bi hev re rabin û biqêrin dê jin di xeta azadiyê de bighêjin hevdû."