Li Nisêbînê serdana esnafan hat kirin

  • 12:56 20 Îlon 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Lijneya ku ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan pêk hat li Nisêbînê serdana esnafan kir.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û lijneya pê re derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû û serdana esnafan pêk anî. Lijneya ku ji Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Hevserokên Şaredariya Mêrdînê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk û Figen Altindag, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamenterê HDP’ê yê a Şirnexê Hasan Ozguneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên DBP'ê û HDP'ê yên Mêrdînê pêk hat serdana esnafên Nisêbînê kirin.
 
Di mexazeyek kozmetîkê de xebatkarek wê de rê ji rewşa aboriyê gazin kir. Pervîn Buldan û Ebrû Gunay gotin, “Wextê ku em di hilbijartinê de vê desthilatdariyê bişînin her tişt dê sererast bibe.” Di dema serdanê de kesekî li Parka Aştiyê got: “Hûn her tim me temsîl bikin, em bi we re ne.” Esnafekî dinê jî ji lijneyê re anî ziman ku gelê Nisêbînê bi wan serbilind e.  
 
Di serdana ku pêk hat de eleqeyeke mezin ji bo lijneyê hat nîşandan. Di serdanê de welatiyan dirûşma “Nisêbûn bi we serbilind e” berz kir û her tim bi çepik û tililiyan piştgirî hat dayîn.
 
Bi dirûşman serdana lijneya HDP’ê bi dawî bû.