Malbatên Girtiyan: Girtiyên nexweş li benda kêfa we namînin!

  • 12:54 20 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê Nobeda Edaletê domandin û gotin:"Divê demlidest gavek were avêtin. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Girtiyên rewşa wan xeter in li benda kêfa we namînin!”
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine taloqkirin di roja 301'an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê nobeda xwe ya edaletê domandin. Malbatan di nobetê de ji bo zarokên xwe dîsa bang li Wezareta Dadê kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan. 
 
Xizmê girtiyê nexweş Herdem Merwanî têkildarê girtiyên nexweş û bêdengiya partiyên siyasî ev gotinan kir: “Ev saleke lêgerîna me ya edaletê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de jî gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes infaza wan hatin şewitandin. Pirsgirêkên mezin qewimînin. Heya niha wezîrê dadê, partiyên siyasî jî gavên ku em dixwazin neavêtine. Rewşa girtiyên nexweş ne wisa ye ku bimînin li benda rojan, li benda keyfa wan. Her roja diçe agir bi malekê dikeve.”
 
Nobeta edaletê bi dirûşmên “Heq, Hiqûq Edalet”, “Bijî Berxwedana Zindanan” re bi dawî bû.