PENa Kurd: Apê Mûsa, têkoşîneke civakî, polîtîk û rewşenbîrî meşand

  • 11:46 20 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd têkildarî qetilkirina 30'yemîn a Rojnameger Mûsa Anter diyar kir ku wê pênûsa Apê Mûsa li erdê nemîne û got:"Apê Mûsa, wek nivîskar û rewşenbîrekî kurd, di tevahiya jiyana xwe de, ji bo parastina nirxên kurdewar û nirxên mirovahiyê têkoşîneke civakî, polîtîk û rewşenbîrî meşand."
 
Bi munasebeta 30'yemîn salvegera qetilkirina Rojnameger Mûsa Anter PENa Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin:"Nemir Apê Mûsa her dem bi me re, bi têkoşîna me ya rewşenbîriyê re dijî û dê her bijî."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro salvegera 30'yemîn a şehadeta nemir Apê Mûsa Anter e. Em di serî de wî û di kesayeta wî de hemû rojnameger, hunermend, nivîskar û rewşenbîrên kurd ên di riya gelê xwe û mirovahiyê de can û jiyana xwe bexşandine bi rêzdarî bi bîr tînin...
 
Apê Mûsa, wek nivîskar û rewşenbîrekî kurd, di tevahiya jiyana xwe de, ji bo parastina nirxên kurdewar û nirxên mirovahiyê têkoşîneke civakî, polîtîk û rewşenbîrî meşand. Bi gotinên xwe, pênûsa xwe, sekn û kiryarên xwe, ne tenê ji bo me kurdan, ji bo mirovahiya azadîxwaz jî bû nivîskar û rewşenbîrekî pêşeng ê mînak...
 
Wî, serdestî û dagirkeriya ku ew li dadgehên xwe yên faşîst û bi zagonên xwe yên faşîst darizandî bi fikr û ramanên xwe yên azadîxwaz û mirovahîparêz darizand û mehkûm kir. 
 
Dagirkerên welatê wî baş dizanîn ku tu car nikarin wî ji riya rewşenbîrî û kurdbûna azad vegerînin. Ji ber wê ew şehîd kirin... Nemir Apê Mûsa piştî şehadeta xwe jî, bi fikr û raman û jiyana xwe bû ronahî û rênîşanderê me kurdên azadîxwaz û hemû mirovahîparêzan. Bi taybetî jî bû çavkanî, xet û bext û rûmeta têkoşîna nivîskar û rewşenbîrên kurd. Îro jî ji bo hemû nivîskarên kurd û ji bo neteweya kurd a azadîxwaz wisa ye. Û dê her dem jî wisa be. Ji ber vê yekê nemir Apê Mûsa her dem bi me re, bi têkoşîna me ya rewşenbîriyê re dijî û dê her bijî.
 
Bi van hest û ramanan, em nemir Apê Mûsa careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin giyanê wî ku em ê pênûsa wî tu carî li erdê nehêlin û bibin şopdar û pêkanînerên armancên wî yên rewşenbîrî, neteweyî û gerdûnî..."