ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 20 Îlon 2022
  • Rojev
 
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bêdengiya CPT'ê şermezar kirin û gotin: "Bêhelwestbûna CPT'ê tê wateya alîgirbûna tecrîdê. Lê divê bê zanîn ku li dijî tecrîdê dê têkoşîna xwe her berdewam bikin." BI DÎMEN 
 
*Endama Komeleya Jinan a STAR Sevgî Ozdînç da zanîn ku di çarçoveya polîtîkayên şer ên taybet de şîdeta li ser jinan bi awayên cuda didome u got: “Jinên em dişînin stargehan du yan jî sê roj şûnde vedigerin. Jin bi mekanîzmayên dewletê bawer nakin.” BI DÎMEN 
 
*Pakîstan Demîr a ku bi salan bi awayek sîstematîk tûndî lê hat kirin, di 16’ê Îlonê de li gundê Zengan a Kerboranê ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hat qetilkirin. Hat zanîn ku kiryar pitika yek meh û nîvî ku di zikê Pakîstanê de bûye jî qetil kiriye. Di heman demê de li gor rapora otopsiyê hat zanîn ku kiryar Pakîstanê ji 44 cihan kêr kiriye.  BI DÎMEN 
 
*Zarok Ma ya bi dirûşma ‘mala me ya duyemîn’ xebatên xwe dimeşîne, hedefa wan ev e ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zarok û ciwanan beralî bikin. Hîndekara Zarok Ma Evîndar Dulek got mirov ziman, çand, dîroka xwe li mala xwe hîn dikin û banga mezinkirina Zarok Ma kir.