Polîsan dest danîn ser Rojnameya Xwebûnê

  • 16:16 19 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li otogara Amedê dest danîn ser 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a Rojnameya Xwebûnê. 
 
Polîsan li otogara Amedê dest danîn ser 100 rojnameyên hejmara 144’emîn a Rojnameya Xwebûnê û destûr nedan ku rojname ji Mersînê re bê şandin. Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê di 17 û 18’ê îlonê de polîs çûne Otogara Amedê û pirsa rojnameya Xwebûnê kirine.
 
Destpêke polîs di 17’ê îlonê de saet di 4’an de çûne otogara Amedê û ji fîrmaya rojnameyan dibe Mersînê pirsa ku kî rojnameyan radestî wan dike û dişînin ku kirine. Dema ku rayedarên fîrmayê dibêjin ku rojnameyan dibin Mersînê polîs dest dide ser 100 rojnameyan û destûr nadin ku fîrma rojnameyan bişîne Mersînê.
 
Rojek piştî vê di 18’ê îlonê de 6 polîs careke din diçin otogarê û kamerayên otogarê kontrol dikin. Piştî ku fêr dibin Rojnameya Xwebûnê çûye Semsûrê jî nimreya otobusa ku rojname biriNE digirin û li ajokarê wê digerin.
 
Polisên ku dest danîn ser hejmareke zêde ya rojnameyê û hewl dane rojnameyên çûne Semsûrê jî desteser bikin ne polêsên otogarê ne û ji bo desteserkirina rojnameyan tu hincet nîşan nedane.