HDP çû serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê

  • 16:04 19 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - Şandeyeke HDP’ê ku Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û endamê MYK’ê Racî Bîlîcî jî di nav de bû, çû serdana DFG’ê. 
 
Komîsyona Têkiliyên bi Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiyên Siyasî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ku di 16’ê hezîranê de 16 endamên wê hatibûn girtin. Endamê MYK’a HDP’ê Racî Bîlîcî di serdanê de axivî û got ku heke li cihekî çapemenî azad nebe, kesek nikare li welêt qala mirovatî, demokrasî û hiqûqê bike. Racî, bi domdarî anî ziman ku ew dixwazin hemû kes piştevaniya çapemeniya azad bikin û wiha domand: “Bila zextên li ser çapemeniya azad bi dawî bibin. Xebatkarên çapemeniya azad ji ber ku zextên li ser gel, xweza, jin û civakê teşhîr dikin, zext lê tê kirin. Sedema girtina hevalên me jî ev e. Em vê qebûl nakin. Divê rojnameger di zûtirîn demê de bên berdan û dîsa dest bi nivîsandina rastiyan bikin.” 
 
Parlamenter Îmam Taşçier jî da zanîn ku dê sibe bi rêxistinên civaka sivîl re civînê li dar bixin û got ku heke bi hemû sazî û dezgehan re pirsgirêk bên nîqaşkirin, dê çareserî jî nêztir be. 
 
Rêveberê DFG’ê Hakki Boltan jî şandeya HDP’ê pêşwazî kir û da zanîn ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de çapemeniya azad dê erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî herî serfiraz pêk bîne. Her wiha Hakki ji bo bîranîna zanyar, rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa (Anter) jî banga tevlibûnê kir. Hakki, ji ber serdanê spasiya şandeya HDP’ê kir.