Hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan dikin

  • 15:36 19 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bertekên gel ên bi pêşengiya jinan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî didome. Hêzên Îranê êrİşî xwepêşanderan dike.
 
Li ser banga partiyên kurd li seranserê Rojhilatê Kurdistanê îro greva giştî dest pê kir. Gel danê siharê neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Piştre gel li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û xwepêşandan kirin.
 
Li gorî dîmenên li ser torên civakî derketine, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê, Seqiz, Sine, Şino, Bukan û Baneyê greva giştî ya welatiyan destpê kiriye. Gorî dîmenan li van bajaran welatiyan dikanên xwe nevekirine û neçûne ser kar.
 
Piştî wê li Dîwander û Seqizê xwepêşandan jî destpê kirin, lê hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kirin. Li gorî dîmenên di torên civakî de belavbûne, li Seqizê hêzên Îranê gule berdane malên welatiyan.
 
Li bajarê Dîwander de jî hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kirin, tê gotin hêzên Îranê bi tundî êriş kirine û nayê zanîn birîndar hene yan na.
 
Li patyexta Îran, Tahranê jî xwendevanên zanîngeha yên beşa teknîkê çalakiyek bi dirûşemeya ‘Dikujim, dikujim ê ku xwişka min kuşt’ dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek lidarxistin. Lê livir jî hêzên rejîmê êrişî xwendevanan kirin.
 
Li bajarê Reştî ya ser bi parêzgeha Gîlan ya Îranê jî bi sedan jin bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek lidarxistin.