Kuştina Jîna Amînî ji hêla TJK-E ve hat şermezarkirin

  • 12:46 19 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Jîna Amînî şermezar kir.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî îşkence û qetilkirina Jîna (Mahsa) Amînî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve şermezar kir.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
 
“Jîna Amînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin. Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em vê komkujiyê bi hêrs û nefret şermezar dikin. Dewleta Îranê bi vê êşkence û qetlîama ku li dijî jina kurd Jîna Amînî ya 22 salî pêk aniye, careke din polîtîkayên mêtînger ên dijî jinê nîşan da. Di sedsala 21’mîn de kuştina jinan, îşkencekirina wan û ferzkirina zewaca zarokan li ber çavê hemû cîhanê hê jî weke pêkanînên zayendperest ên vê zîhniyeta serdest a mêr berdewam dike. Jinên ku serî li ber van polîtîkayên qetlîamên jinan ên ku jinan ji nedîtî ve tên û bi qanûnên li gorî şerîetê tên birêxistinkirin, qetlîamên jinan rewa dikin, serî natewînin û ji dîrokê heta niha her tim di nava têkoşînê de ye. Îro jî di şexsê Jîna de ev têkoşîn didome.
 
Jin, çavkaniya bingehîn a dîroka civakî û kedkara civakbûna kolektîf; di her kêliya qutbûna civakî ya ji bo hêzên serdest ên mêr de, hem ji bo guhertin û azadiyê li ber xwe daye û hem jî bi her cure êrîşên desthilatdariya mêr a mîlîtarîst a zayendperest re rû bi rû maye. Beden, nasname, kesayet, ked û azadiya jinan a bi hezaran sal in tên qetilkirin, îro jî bi êrîşên girantir re rû bi rû ne. Dewleta Îranê vê yekê herî zêde bi qirkirina jinan û meşrûkirina zayendperestiya civakî dike. Ji ber ku xwe li ser redkirina jina azad û têkoşer afirandiye, li dijî serhildana jinê ya îroyîn, têkoşîna azadî û hevgirtinê dijminatiyeke mezin xwedî dike. Pergala baviksalarî ku bi polîtîkayên qirkirina jinê, azadiya jinê û rola pêşengiya civakî ditepisîne, difikire ku bi bêdengkirinê dikare pêşî li daxwaza azadiyê jinê bigire. Ji ber vê yekê bi hêrsek mezin êrîş dike.
 
Ji bo jin jiyanek azad, wekhev, adil û ewle bijîn; em li dijî sîstema zayendîparêz a ku dixwaze li ser beden û vîna jinan desthilatdariya xwe ava bike, weke her deverê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiya berxwedan û hesappirsînê de ne. Yekane rêya pêşîgirtina li qetlîamên jinan ên bi sîstematîk bûye, pêşxistina têkoşîna hevpar a jinan e. Weke jin şîara me ya bingehîn mezinkirina têkoşîna hevpar û pêkanîna xweparastinê li her derê ye.
 
Li ser vê bingehê em careke din di şexsê Jîna Emînî de jinên hatine qetilkirin bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî qetlîamên jinan li qadên xwe têkoşînê bilind bikin û bibin dengê Jîna Amînî.”