ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:01 19 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Jinên Şirnexê ku  amadekariyên zivistanê dikin, diyar kirin ku çi berhem hebin ji destê wan tê û ji bo zivistanê amade dikin. Jinan diyar kir ku ew bi her awayî ji xwezayê sûdê digirin û ji bo xwe dikin çavkaniya. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Baytar da zanîn ku desthilatdarî hewayeke ku wekê şer li welat heye diafirîne û got: “Ji aliyê desthilatdariya ku gelan tîne hember hev û li pey rantê ye dikare gel bên heberî hev û divê gel li dijî vê hişyar bin.” DÎMEN HEYE
 
*“Dîrok wê kesên ku vê zilma li gelê me dike ji bîr neke. Dayika Xalîse, bavê Alî Riza yên li dijî zilmê li ber xwe dane wê binivîse. Dîrok wê di heman demê de kesên li dijî zilma li gelê Kurd, dê û bavan hatiye kirin, bêdeng mane jî binivîse.”  Leyla Guven nivîsî JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemmed derbarê bi dawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Wargeha Holê de axivî û got: “Li dijî êrişên Tirkiyeyê operasyonek dane despêkirin û gihaştine armanca xwe. Her wiha ji bo ewlehiya wargehê, parastina mirovan û li dijî DAIŞ'ê me erka xwe anî cih û em ê bînin cih jî." BI DÎMEN