Kongreya Star: Em rê nadin kuştina jinan

  • 15:57 18 Îlon 2022
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava qetîlkirina jina ciwan a kurd Mahsa Emînî şermezar kir û da zanîn ku ew weke Rêxistina Kongra Star li Bakur Rojhilat Sûriyê van êrîşên dûrî aqilan şermezar dikin.
 
Mahsa Emînî ku di 16’ê  Îlonê de bi hinceta ku wê serê xwe baş nepêçaye ji aliyê polîsên Îranê ve hat girtin. Lê piştî du saetan ji girtina wê, ji ber lêdana polîsan ket komayê û ew bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê xwîn çû ser  mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û qetilkirina jina ciwan şermezar kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di serî de bi navê hemû jinan û Rêxistina Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ji malbata Mahsa Emînî re sersaxiyê dixwazin, Em sebr û raramiyê ji malbata jina çalakvan û siyasetmedar a kurd re dixwazin. Em weke rêxistin û tevgerên jinan soz didin ku em ê bi vîn û têkoşîna xwe rê nedin kuştinên jinan yên wiha qirêj ku ji aliyê rejîmên zalim û dûrî mirovahiyê ve hatine kirin.  Dîroka Rejîma Îranê bi qirkirin û binpêkirina mafên gelan têr û tijî ye û bi taybet qirkirina gelê kurd. Rejîma Îranê  her hewil dide ku nasnameya gelê  Kurd ji holê rake. Li cihê ku jin lê dijîn herdem bi îşkence û kuştinê di bin zext û astengkirina azadiyan de ne.
 
‘Em li beramber van êrîşan bêdeng namînin
 
Di dawiya daxuyaniyê de bi îşkenceyê qetilkirina Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat şermezarkirin û û wiha hate gotin: “Buyera kuştina jina ciwan a kurd Mahsa Emînî ne bûyera wil e û wê ne ya dawîn jî be,  Bi sedan mînakên bi vî rengî hene Zeyneb Celaliyan,  Ferînaz Xisrewan ku ew  îşkence kirin  dan kuştin.Ji d?rokê de heta roja îro ev buyer berdewam in ku di heman dem ê de di zindanên dewleta faşîst a tirk  de jî bi sedan jinên ku ji bo maf  azadiya xwe têdikoşin  li hember sîstema desthilatdar serî netewandine li ber xwe didin.  Em weke Rêxistina Kongra Star li Bakur, Rojhilatê Sûriyeyê van bûyeran şermezar dikin. Em dibêjin ku em li heber van êrîşên hovane bêdeng namînin. Ji ber ku mafê azadiy mirovan pîroz e bi taybet? jî mafên jinan p?roz e. Divê ev nirx û pîrozî were parastin.”