Înîsiyatîfa li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Mahsa daxuyanî da

  • 14:04 18 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Ji bo Ewlehî û Aştiyê li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan ku qetilkirina Mahsa Amînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir, bang li jinan kir ku li dijî zilm, komkujî û dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bikin.
 
 Bertekên li ser qetilkirina jina Kurd Mahsa Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin dewam dikin. Bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Mahsa ya ji aliyê Însiyatîfa Ji bo Ewlehî û Aştiyê ya li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan  ku 11 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jin di nav de cih digirin, hat şermezarkirin.
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin rêjîmên otorîter ên navendî yên li ser zihniyeta baviksalarî, fanatîzma olî û neteweperestiyê ku mirovatiyê ber bi tunebûnê ve dibirin, li ser înkarkirin, îmha û nezanîna nasnameyan, ol bi kar anîne de wiha hat gotin, "Bi taybetî zîhniyeta mêR ji bo ku hebûn û vîna jinê ji nedîtî ve were ol bi kar anî. Li ser navê olê zext û zordarÎ li ser jinan kir, ji bo tinekirina daxwazên jinê yên azadiyê serî li her rêbazê da." 
 
Qetilkirina Mahsa Amîna
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser  îşkenceya ji aliyê polîsên Îranê ve ya di 16'ê Îlonê de ku li jinan 22 sal Mahsa hat kirin û hat gotin ku Mahsa di encama vê îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.
 
Ev bang li jinan hat kirin
 
Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin û wiha hat gotin, "Em jinên Afrîkaya Bakur û yên Rojhilata Navîn, dibêjin ku em li ku dibin bila bibin em ê piştevaniya we ya bi jinan re ragihînin, divê em li dijî dagirkerî  û hovîtiyê piştevaniya xwe ya bi hev re mezin bikin."