Di çalakiya şermezarkirina kuştina Mahsa Amînî de kesek hat kuştin
- 10:12 18 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Doh bi armanca şermezarkirina kuştina jina ciwan Mahsa Amînî de welatiyên bajarê Seqizê daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan barandin, di encamê de çend welatî birîndar û welatiyekî jî jiyana xwe ji dest da.
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Mahsa Amînî (22) ku li Tahranê bi hinceta serê xwe negirtiye ji aliyê rejîma Îranê ve hat binçavkirin û piştre jî bi îşkenceyê hat qetilkirin, doh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Hat diyarkirin ku di çalakiya şermezarkirinê ya li bajarê Seqizê de hêzên rejîma Îranê xwe li hemberî çalakiyê negirtine û gule li xwepêşanderan reşandine. Di encama gulebarana hêzên Îranê de çend welatiyên kurd ên bajêr birîndar bûne û welatiyek jî hatiye kuştin.
Welatiyê ku hat kuştin hat diyarkirin ku navê wî Kiyan Direxşan e.
Têkildarê hejmar û rewşa kesên birîndar de agahiyek zelal nehat bidestxistin.