ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 18 Îlon 2022
  • Rojev
ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2022'YAN
 
*Li axa bi bereket, Sêwregê pêşengeha firingiyan dibe jêderka debara bi dehan jinan. Kedkarên demsalî berê li bajarên Tirkiyeyê dixebitîn û rastî êrişên nîjadperest dihatin. Ji çandinê heya komkirinê herçiqas zehmetiyê zêde bikşînin, di aliyê aborî de gilî bikin jî, ji bo keda wan bi xwe ye ew kêfxweş in. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Navenda Mafê Mirovan a Baroya Wanê parêzer Burcu Şeber da zanîn ku li sînorê Wan-Îranê bi îdiaya ‘binpêkirina sînor’ heye hem li hember gelê herême hem li hember penaberan polîtîkaya bêcezahiştinê ya binpêkirina mafan di dewrê de ye û got: “Di mirinên sînor de bêcezahiştin di dewrê de ye. Delîlên derbarê bûyeran de tên veşartin. Girtek neyên dayîn tedbîr neyên girtin wê binpêkirin zêde bibin.” DÎMEN HEYE
 
* Gelo kes tunebûna mîvanên jin yên bernameyên niqaşên yên TV’yan dipirse?  Belê di alî nûneriya jinan de ev jî pirsgirêke. Lê jin wê bi têkoşînê vê çareser bike. MEDYA KRÎTÎK
 
*Jinên ku tevlî meşa Çiyayê Cûdi bûn destnîşan kirin ku xwezaya Kurdîstanê ne bêxwedî ye û wiha gotin: “Em ê li dijî hemû cûreyên êrîşan  xweza û welatê xwe biparêzin û li dijî talana xwezaya xwe bêdeng namînin” DÎMEN HEYE