TJA'yê kuştina Jîna Amînî şermezar kir

  • 16:44 17 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê bertek nîşanî qetilkirina Jîna Amînî  da û got: "Em kuştina jinan li ku derê cîhanê dibe bila bibe, şermezar dikin. Careke din bang li hemû jinan dikin ku li dijî qetlîaman têkoşîna rêxistinbûyî bidin." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê qetilkirina Jîna Amînî bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Li Tehrana Îranê Mahsa Amînî ji hêla polîsên exlaqê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Mahsayê çalakiyên protestoyî hat lidarxistin û polîsan êriş bir ser çalakiyan. Li hember vê yeke hat diyarkirin ku hikûmeta Îranê înternetê qût kiriye.
 
Li her deverên cîhanê jin tên qetilkirin. Ev tişt ji hêla pergala serdest a mêr ve pêk tê. Em qetilkirina jinan yên li tevahiya cîhanê pêk tê şermezar dikin. Banga têkoşîneke bi rêxistinbûyînê dikin. Her wiha em ê wek parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan şopdarên qetlîamên jinan bin û li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe bidomînin."