KNK'ê kuştina Jîna Emînî şermezar kir

  • 14:32 17 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêveberiya KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina jina ciwan a Seqizî Jîna Emînî bi tundî şermezar kir.
 
Derbarê qetilkirina Jîna Emînî, Konseya Rêveberiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de qetilkirina jina ciwan a Seqizî Jîna Emînî (22) hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Jîna Emînî (Mehsa) ku jineke ciwan a 22 salî û xelkê bajarê Seqizê ye di dema çûyîna Tehranê bi hinceta ku laçike nedaniye serê xwe ji aliyê polîsên ku weke polîsên asayîşa exlaqî (dijî bê hîcabiyê) tên naskirin tê binçavkirin. Piştre di bin îşkenceyê de tê şehîdkirin. 
 
Tawanekî din a ne tenê binpêkirina eşkere ya mafê mirov e, belkî di heman demê de yasayên rejîmeke dîktator û dirinde dixe ber lêpirsîna exlaqî, yasayî û siyasî.Çend roj beriya vê tawanê xwefiroş û nokerekî rejîmê li bajarê Merîwanê xwest destdirêjiyê li ser jineke ciwan bike, wê jî ji bo parastina rûmeta xwe xwe li ser balkona malê avête xwarê û jiyana xwe ji dest da.
 
Ew hemû şêwazên cuda yên tawanan ên li wî welatî ji aliyê dezgehên fermî û polîsên rejîmê ve li ber çavên cîhanê tên kirin. Ew hemû tevî tepisandina hemû dengên azadî û edaletê bûne karnameya rejîma Îranê.
 
Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi tundî wê tawanê û kiryarên wê şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbat, hevrê û dostên qurbaniyan re dixwazin. Ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku weke xelkê Seqizê ku çawa daketin kolanan û li dijî wê tawanê dengê xwe bilind kirin, bi heman şêweyî li cihên din jî nerazîbûnê nîşan bidin û careke din êriş û destdirêjiyên wiha qebûl nekin. Bi taybetî jî jin ku rasterast tawanên bi wî rengî li ser wan tên kirin divê bêdeng û bê helwest nebin.”