Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

  • 13:55 17 Îlon 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn û gotin: "Çend sal derbas dibe bila bibe jî em ê hem ji bo Kenan Bîlgîn û hem jî ji bo windayên din daxwaza edaletê bikin û li aqûbeta wan bipirsin."
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windaan bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin di hefteya 912’yemîn de bi rêya online çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Kenan Bîlgîn hat pirsin. Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla seroka Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. 
 
Gulseren wiha bal kişand ser rewşa Kenan Bîlgîn: "28 sal in em dipirsin; Kenan Bîlgîn li ku ye? Meqamên darazê yên li Tirkiyeyê, dosyayên windakirinê piştguh dikin û bi danasîna demborî bûye doz tên girtin. Doza JÎTEM’ê, doza Mûsa Anter û Ayten Ozturk a ku di bin çavan de hatin windakirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin taloqê 21'ê îlonê hatibû kirin. Lê belê di 20'ê îlonê de ji ber ku dikeve demboriyê doz tê girtin. Di 5'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ya Enqerê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin de li bendê sekinin ku dem tijê bibe û doz bikeve. Beraatkirina kesên sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne, nîşaneya têkçûyîna polîtîkaya hiqûqî ye."
 
Gulseren, di daxuyaniyê de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ku Tirkiye hatibû mehkûmkirin û got: "Di hiqûqa navxweyî de bi rêbaza demboriyê nikarin bighijin encamê wek dosyaya Kenan Bîlgîn. Kenan di 35 saliya xwe de 12'yê îlona 1994'an de li rawestgeha Dîkmena Enqerê tê binçavkirin û ew dibin TEM'ê ya Midûriyeta Emniyeta Enqerê. Malbat, parêzer û ÎHD hewl da ku xwe bighînin Kenan Bîlgîn. Lê belê emniyetê binçavkirina wî înkar kir. Şahîdek diyar kir ku Kenan li midûriyetê bi îşkenceyê re rûbirû maye û ev tişt ji rayagiştî re hat ragihandin." 
 
Gulseren, daxuyand ku malbat serî li Serdozgeriya Enqerê daye û xwestine li aqûbeta Kenan hîn bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serdozger Selahattîn Kemologlu xwest aqûbetê hîn bibe lê hat astengkirin û sirgunê li cihek din hat kirin. Ozden Tonuk ê ku piştî Selahattîn dest bi wezîfeyê kir jî neket nav hewldanê. Bi îdiayên ne rast raporek ya ku bi 3 rûpelan pêk dihat amade kir û dosyaya Kenan girtin. Dosyaya ku di DMME hat dîtin de daxwaza lêkolînê hat kirin, di encamê de derket holê ku Kenan di 12'yê îlona 1994'an heta 3'yê cotmeha 1994'an di destê emniyetê de bûye, lê belê qeydên fermî nehatine girtin. Derbarê mijarê de Tirkiye hat mehkûmkirin."
 
Gulseren, da zanîn ku divê li aqûbeta Kenan bê zelalkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em carek din dixwazin derbarê kiryaran de lêpirsinek bê kirin. Çend sal derbas dibe bila bibe jî em ê hem ji bo Kenan Bîlgîn û hem jî ji bo windayên din daxwaza edaletê bikin û li aqûbeta wan bipirsin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere. 213 hefte ne Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê belê divê bê zanîn ku em dev jî Qada Galatasarayê bernadin."