Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edalet e

  • 13:48 17 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag etiket kir û got:"Pirsgirêka herî mezin a Rihayê zulma li ber deriyê edliyeyê didome ye."
 
Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar qetil kiribû û lawê Emineyê Ferît jî bi birîndarî filitîbû. Li ber edliyeya Rihayê di 9'ê Adara 2021'ê de Emîne û Ferît Şenyaşar dest bi Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Nobeda Edaletê di roja xwe ya 558'an de ye. Ji ber dawiya hefteyê ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobeda xwe domand. 
 
Malbatê îro li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag etiket kir û got:"Wezîrê Dadê qêrîna dayikê di dawiyê de bihîst gelo? Pirsgirêka herî mezin a Rihayê zulma li ber deriyê edliyeyê didome ye."