Ji Nisêbînê jî gelek kes ji bo Cûdiyê derketin ser rê

  • 13:26 17 Îlon 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi sedan kesên ji der û dorê hatin û ji bo Meşa Cûdiyê li Nisêbînê kom bûn ber bi Şirnexê ve derketin ser rê.
 
Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, wê îro bi dirûşma “Em li dijî hilweşandina şer û talankirina xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve bimeşin. Ji bo meşe gelek kes ji Riha, Edene, Mêrsîn, Mêrdînê hatin li Nisêbînê kom bûn. 
 
Heyeta ji Rihayê hat li Wêranşarê ji bo kontrola nasnameyê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Di navberê de ji ber yekî di nava heyetê de xwest wêne bikişîne nîqaş derket. Li ser pevçûnê polîsan li Hevserokê HDP'ê yê Rihaye Ahmet Atiş û Ahmet Îstek xistin. Ahmet Îstek hat binçavkirin û heyetê jî rêya xwe dewam kir. Piştre hat Nisêbînê. 
 
Girseyên ku di derketina navçeya Nisêbînê kom bûn, Ebru Gunay û Pero Dundar jî tevlî bûn kir. Girse di hemû noqteyan de hatin sekinandin. Girseya ku kom bû ji bo meşê ber bi Cizirê ve ketin rê.
 
Ligel temenê xwe yê 84 tevlî meşê bû
 
Mehmet Ekenek ê 84 salî ku ji Dêrîkê bi gopalê ku hatiye, ji bo tevlî meşê bibe di nava girseyê de cih digire. Mehmet, bi lêv kir ku bi salan eli herêmê hişkayî tê jiyîn û got ligel vê yekê hemû dar tên birîn. Mehmet, da zanîn ku ew ji bo daristanan tevlî meşê bûye û diyar kir ku ji bo birîna daran bê rawestandin tevlî vê meşê bûye.
 
‘Çiyayên  me tên bombebarankirin’
 
Osman Sariboga yê 83 salî jî destnîşan kir ku li dijî qirkirina xwezayê tevlî meşê bûye û got: “Darên Kurdistanê dibirin. Daristan û çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin.” Osman, anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bang raya giştî kir ku dengê xwe bilind bikin.  
 
‘Heta birîn bisekine…’
 
Kesên ku tevlî meşê bû yek jî jê Surreyya Yilmaz e û wê jî got li dijî qirkirina birîna daran derketine rê û heta birîna daran bê sekinandin dê bimeşe.