Çalakvana rojiya mirinê Sîbel Balaç sewqî Lijneya Tenduristiyê kirin

  • 12:31 17 Îlon 2022
  • Rojane
ENQERE - Hate hînbûn ku Sîbel Balaç a ku bi daxwaza "darizandina edîlane" rojiya mirinê didomîne, sewqî Desteya Tenduristiyê hat kirin. 
 
Sîbel Balaç a ku bi mehan e di rojiya mirinê de ye, li nexweşxaneya lê rakirine çalakiya xwe berdewam dike. Sîbel a ji bo astengdarên zihnî mamostetiyê dike, di sala 2018'an de ji ber nêzîkatiya mobîngê ji wezîfeya xwe îstifa kir. Di heman salê de karmend, mamoste û akademîsyenên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatin avêtin li Kolana Yukselê ya Enqereyê çalakiya "Ez karê xwe paşve dixwazim" li dar xistin. Sîbela a ku di 10'ê kanûna 2018'an de tevî çalakgeran li Kolana Yukselê hatibû binçavkirin, di 18'ê kanûnê de hat girtin. Di 23'yê adara 2021'ê de 8 sal û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ceza ji aliyê 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
 
Sîbel Balaç di 29'ê kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo "darizandineke adilane", li dijî binpêkirina mafên girtiyan û serbest berdana girtiyên nexweş dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Parêzera wê Ceren Yilmaz di 6'ê îlonê de îtîraz kir û di 7'ê îlonê de Sîbel sewkî Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqerê kirin. 
 
Hate hînbûn ku Sîbel a di dema girtina xwe ya li nexweşxaneyê de di nava 7 rojan de 3 kîloyan winda kir duh piştî nîvro sewqî Desteya Tenduristiyê hat kirin. Parêzerên wê yên ku ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal vîdyoyên Sîbelê weşandine, gotin ku ew der barê biryara Lijneya Tenduristiyê de agahdar nebûne. Parêzeran xwestin Sîbel di demek herî kurt de sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) bê kirin û înfaza wê bê taloqkirin.