Leyla Arzu Îlhan: Xwedî li xwezaya Kurdistanê derkevin

  • 09:02 17 Îlon 2022
  • Rojane
Bêrîvan Tunç 
 
MEXMÛR - Endama Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Meclîsa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, bal kişand ser talankirin û qirkirina xwezaya Kurdistanê û got: "Em dizanin mirovahî li ser koka xwe şîn dibe. Ji ber vê dixwazin Gelê Kurd ji kokê ve tune bikin. Bi taybetî îro xwedîderketina li xwezaya Kurdistanê, xwedî li derketina kokê ye."
 
Li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî xwezayê polîtîkayên taybet ên talankirin û qirkirinê tê meşandin. Ligel dewlemendiya binerd û sererd ji hêla serdestan ve tên talankirin û texrîbata ku li xwezaya Kurdistanê tê kirin jî dibe sedema qirkirina her cureyên zîndiyan. Di demên dawiyê de texrîbata ku li Herêma Parastina Medyayê ya Herêma Federal a Kurdistanê tê kirin û her wiha texrîbata ku 2 sal in li herêmên Botanê pêk tê rastiya serdestan tîne ziman. 
 
Ji bo pêşîlêgirtina talankirin û qirkirina xwezayê gelek çalakî û bernameyên taybet tên lidarxistin, yek jî wan çalakiyan Meşa Ciyayê Cûdî ye. Ev hewldana ku ji hêla partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve tê kirin ji bo parastina xwezayê girîng in. Endama Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzu Îlhan ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û talankirina xwezaya herêma Botanê û têkoşîna ku ji bo parastina xwezayê tên kirin.  
 
'Berê xwe dan xwezaya Kurdistanê'
 
Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku li dijî xwezayê tê kirin û got: "Sistema desthilatdar çi qasî neyarê civakê ye ewqas ji neyarê xwezayê ye. Niha gerduniya ku em têde dijîn di bin xeteriyekî mezin de ye ku ev ji bi destê sistema kapitalist tê rêvebirin. Di roja me ya îro de mirovahî hemû ji vê sistema talanker zererê dibine, lê wekî Gelê Kurd bi taybetî jî gelê Botanê. Sîstema desthilatdar ji bo ku bikare çerxa xwe berdewam bike, xwezayê ji bo xwe weke amurekê bikartine. Xwezeya Kurdistanê di her alî de di vê çerxa dagirkerî û talankirinê de ye. Bi taybet Dewleta Tirk ku temsilyeta sîstema kapitalist a Rojhilata Navîne û yek ji dagirkerî herî hov ê Kurdistanê ye. Di aliyê fizikî, çandî û civakî de li hemberî Gelê Kurd qirkirinek heye û ev tişt tera Dewleta Tirk nake berê xwe daye xwezaya Kurdistanê." 
 
'Li Botanê talankirina sîstematîk heye'
 
Leyla di berdewamiya axaftîna xwe de wiha bal kişand li ser polîtîkayên qirkirinê ya Dewleta Tirk: “Yek ji van herêma ku ji sîstema dagirker û qirker a Dewleta Tirk para xwe girtî, herêma Botan û Behdînan e. Dewleta Tirk bi salan e li herêma Botanê bi awayê sîstematik xwezayê talan dike. Ji ber ku Dewleta Tirk nekarî bi awayekî fizikî kurd tune bike, niha tola vê ji xwezaya Kurdistanê hildigre. Hewl dide dewlemendiyên sererd û binerd ên Kurdistanê talan bike. Li Botanê tovên azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo de hat avêtin û guleya yekemîn a li dijî dagirkeriyê jî li wir hat teqandin. Ji ber wê ev 40 sal in herêma Botanê di bin pençê lepên dagirkeriya Dewleta Tirk de ye. Li Kurdistanê her ku Tevgera Azadiyê darbeyên giran li dagirkeriyê dide, dewleta dagirker jî tola xwe ji xweza Kurdistanê digire. Dewleta Tirk bi destê hevkarên xwe yên li herêmê xwezaya Kurdistanê talan dike, ev ji dide diyarkirin ku êdî tehmula Dewleta Tirk ji darek ya Kurdistanê re ji ne maye. Tehmula wê ji dewlemendiya ser erd û bin erd re nîne."
 
'Di salên 90'î de jî qirkirina xwezayê hebû'
 
Leyla, diyar kir ku di salên 90'î de jî xwezaya Kurdistanê hat texrîpkirin û wiha axivî: "Dewleta Tirk di destpêkê de xwest bi qetilkirina mirovan Gelê Kurd tune bike lê belê nekarin, pêla koçberiyê dan destpêkirin lê bi serneketin, bi polîtîkayên asîmîlasyonê hewl dan kurdan qirbikin bi serneketin. Îro jî bi qirkirina xwezayê hewl didin ku xwazeya Gelê Kurd tune bikin. Bi taybetî jî herêma Botanê û herêma Behdinan. Li vir niha dagirkeriyeke pir dijwar heye. Xwazeya ku xwe piştî salên 90'î nû kir, îro carek din bi êrişan re rûbirû ye. Bi konsepta ji kokê ve talankirin dest pê kir."
 
'Helwesta li dijî qirkirinê tê nîşandan têr nakin'
 
Leyla Arzu, diyar kir ku sîstema dagirker dixwaze herêmê yekcar tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li beramberî siyaseta qirkirinê her çend hêzên ekolojîst û rêxistin hebin jî helwesta ku li dijî qirkirinê tê nîşandan têrê nake. Li dijî qirkirinê divê têkoşîneke bi her alî ve bê meşandin. Sîstema desthilatdar hêdî hêdî dixwaze gelê Botanê fêrî talana xwezayê bike. Lê gelê Botanê gelê qedîm e ku ji serdema destpêka civaka xwezayî heya roja îro hebûna xwe parastiye. Lê îro hebûna Gelê Kurd di bin lepên qirkirina sîstema dagirker de dinale. Ev talan û bê nirxkinina civaka kurd ji aliyê Dewleta Tirk ve bi taybetî li herêma Botanê li Çiyayê Cûdî hat meşandin. Li dijî vê divê em bi her şêweyê bikarin li hemberî vê talanê bisekinin. Her wiha li gorî baweriya olî ya yek xwedeyî jî Çiyayê Cûdî pîroz tê dîtin. Li gorî îslamiyetê ji weke heca duyem tê pênasekirin. Lê belê sîstema dagirker dixwazê vê herêmê tunê bike.”
 
'Pêwiste Gelê Kurd hişyar be'
 
Endama Komîteya Têkiliyên Karên Derve Leyla, wiha bal kişand ser helwesta gelê Botanê: "Penaberên ku li dijî polîtîkayên qirker û tunekirinê ya Dewleta Tirk serî rakirin li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi cih bûn tu carî ji koka xwe ya Botanê qût nebûne. Têkoşîna me ya li Botanê her berdewam kir û tu carî me paşve gav neavet. Lê îro bi destê hevkarên Dewleta Tirk ve ji bo rantê talanek mezin li herêmê heye û ev tişt dilê me dişewitî ne. Warê Botanê ji dema Hazretî Nuh heta îro di têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de cihê xwe yê girîng heye. Pêwiste Gelê Botanê qirkirin û talana ku pêk tê qebûl neke û rê nede dagirkeriyê. Ger ku em îro pêşî li vê talanê negirin wê sibê ax û berên me ji bibin, ji bo wê yekê pêwiste Gelê Kurd hişyar be. Xwedî helwest be û hember vê têkoşinê bide meşandin."
 
'Mirovahî li ser koka xwe şîn dibe'
 
Leyla Arzu Îlhan, destnîşan kir ku divê kurd xwedî li pêşeroja xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk ji bo çêkirina bendavan hincet wek enerjî nîşanî civakê da û wisa jî da qebûlkirin. Lê di rastiya xwe de ev tişt destpêka talankirina xwezeya herêma Botanê bû. Bi vê re dest bi ji holê rakirina nirxên me kirin û goristanên me talan kirin. Dixwazin me bêkok bihêlin. Lê belê em dizanin mirovahî li ser koka xwe şîn dibe. Ji ber vê dixwazin Gelê Kurd ji kokê de tune bikin. Bi taybetî îro xwedîderketina li xwezaya Kurdistanê, xwedî li derketina kokê ye. Em ê xwedî li pêşeroja xwe derkevin."