ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 17 Îlon 2022
  • Rojev
 
 
* Endama Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Meclîsa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, bal kişand ser talankirin û qirkirina xwezaya Kurdistanê û got: "Em dizanin mirovahî li ser koka xwe şîn dibe. Ji ber vê dixwazin Gelê Kurd ji kokê ve tune bikin. Bi taybetî îro xwedîderketina li xwezaya Kurdistanê, xwedî li derketina kokê ye." BI DÎMEN 
 
*Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku hedefa esas a tifaqê ev e ku gelan bînin gel hev û di rewşa ku tecrîda Îmraliyê ji gel re vebêjin de wê tifaq jî hebe. DÎMEN HEYE
 
*Îzmîr-Ji Partiya Çep a Keskan Nevîn Aytekîn da zanîn ku desthilatdarî hewl dide krîzê bi talana xweza û şer çareser bike û qirkirina daran a li Çiyayê Cudî jî ji ber vê pêk tê. Nevînê got divê têkoşîna hevpar bê dayîn. BI DÎMEN 
 
*Di 23’yê îlonê de bi dirûşma "Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê" 3’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya ku 8 rojan bidome wê dest pê bike. Lîstikvan û xebatkara ŞanoWan Perînaz Delazy der barê mîrhrîcanê de axivî û got: “Bi listikên xwe tevî her tiştî em hêviyê didin. Ez hemû gelê Wanê vexwendiyê mîhrîcanê dikim.” BI DÎMEN