TJK-E: Em bibin hevparê rûmeta 30 salî!
- 15:53 16 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê ji bo ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir ku wê roja şemiyê ango sibê bê lidarxistin.
TJK-E'yê bi daxuyaniyekê bang li jinên kurd ên li Ewropayê, jin ên demokratîk, sosyalîst û femînîst, Kurdiitanî û dostên wan kir ku roja Şemiyê li bajarê Ladgraafê yê Hollandayê tevlî Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî bibin.
TJK-E'yê bi bîr xist ku mîhrîcan wê cara 30'î bê lidarxistin û got: "Têkoşîna me ya azadiyê ku nîv sed sal e dewam dike, bi fedakariyên mezin, bi êş û berdêlên giran dagirtiye.
Lê di heman demê de xwedî destketî û nirxên gelekî mezin ên ji bo azadî û hebûna me ye. Mîhrîcana me ya Çanda Kurd ku îsal ya 30'emîn li Ewropayê tê lidarxistin, yek ji van destketiyan e.
Ev mîhrîcan kombûna herî mezin a kurdên li Ewropayê ye; ew platform e ku gel û jinên kurd li dijî dagirkerî, qirkirina çandî û fîzîkî peyama dilsoziya bi nrixên xwe ye. Jin barhilgirên hesasî yên çandê ne.
Bi navê TJK-E'yê em bang li jinên leheng dikin ku bibin hevparê rûmeta vê kevneşopiyê ku îsal dibe 30 sal."