Li Enqereyê rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe qert û pirtûk şandin

  • 15:38 16 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Gelek rojnamegerên xwestin 16 hempîşeyên wan ên li Amedê girtîne bên berdan, ji bo piştevaniyê qert, pirtûk û name şandin. 
 
Gelek rojnamegerên xwestin 16 hempîşeyên wan ên li Amedê girtîne bên berdan, daxuyaniya çapemeniyê dan û piştre ji bo piştevaniyê qert, pirtûk û name şandin. Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG) û Platfoma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo piştgiriya 16 rojnamegerên girtî li ber postexaneya li navenda Enqereyê ji 16 rojnamegerên girtî re qert, name û pirtûk şandin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê, Pakize Sinemillioglu, Nûnerê Herêmê yê Basin-Îş'ê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DİSK), Turgut Dedeoglu piştgirî dan çalakiyê.   
 
Berî çalakiyê gelek wesayitên zirxî û polîs li ber postexaneyê kom bûn û hewl dan ku girtina dîmenan a rojnamegeran asteng bikin. Polîsekî got "di destên wan de zarf heye em çi bikin amîrê min?" li ser vê gotinê amîrê polîsan got "tiştekî nekin bi çavên xwe dest dirêjî wan bikin"
 
Piştre rojnamegeran li PTT'ya Yenişehirê qert, pirtûk û name şandin. 
 
Piştî şandina qert û pirtûkan polîsan gotin kêşan qedexe ye û xwest mudaxaleyî çalakiyê bikin. Piştî pevçûnê çalakî bi dawî bû.