Greva birçîbûnê ya girtiyên jin di roja 4'an de ye

  • 13:53 15 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Greva birçîbûnê ya girtiyên jin ku mûdra me ya nûçeyan Safiye Alagaş jî di nav de cih digire yên li Girtîgeha Jinan a Amedê di roja 4'emîn de berdewam dike.
 
Komek jinên girtî ên li Girtîgeha Jinan a Amedê ku li gel mudura meya nûçeyan Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur jî di nav de cih digirin, li dijî binpêkirinên mafan bi aramanca hişyariyê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Grev di roja 4'an de berdewam dike. Çalakiya jinan ku di 12'ê Îlonê de hatibû destpêkirin dê sibe bidawî bibe. 
 
Girtiyên jin bi rêya malbat û parêzerên xwe derbarê çalakiya xwe de wiha gotin, "Li dijî binpêkirinên mafan ku zêde dibin bi armanca hişyariyê me 5 roj greva birçîbûnê da destpêkirin.  Me çalakiya xwe di serî de li dijî lêgerîna tazî, şopandina hundirê qawîşan bi kamerayan, nedarmankirina girtiyên nexweş û hemû binpêkirinên mafan da destpêkirin.  Em di vê mijarê de bang li saziyên civaka sivîl û raya giştî kdiin ku hestiyar tevbigerin."