Xizmên girtiyan ji ber edliyê bang kirin: Em ê mafên xwe biparêzin

  • 12:23 15 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan çalakiya Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan  di roja 302'emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Ji xizma girtiyan Încî Guler di daxuyaniyê de aivî. Încî bang li AKP -MHP'ê kir û got, "Hûn çeteyan jî bi rêve bibin em ê mafên xwe biparêzin."
 
Xizmên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan çalakiya Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan  di roja 302'emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY - DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA -DER) Federasyona Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Hikumxaran re (MED TUHAD -FED) Komeleya Lêkolîna Lêkolîna li Ser Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED -DER) jî piştgirî dan çalakiya malbatan..
 
'Divê roja ku we sond xwar bê bîra we'
 
Xuşka Ebdulselam Guler ê ku bi sala ye li girtîgehê tê girtin û nexweşe Îcî Guler, diyar kir ku rewşa tendirustiya girtiyan giran e û got, "Wan berdin em ê wan derman bikin. Girtî di hucreya yek kesî de tên girtin. Doktor jî bi kîn û nefretê li ruyê zarokên me dinêrin. Bila roja ku we ew destûrname girt û we sond xwar bê bîra we.  Girtî ji bo edaletê di greva birçîbûnê de ne. Em bang li hikumeta AKP -MHP'ê dikin û dibêjin hûn çetean jî rêve bibin em ê maflên xwe biparêzin. Em mirov in deriyê girtîgehan vekirin. Dewleta Tirk zilma herî giran li me kurdna dike Em li vir çiqasî li ber xwe bidin dewlet jî ewqas zilmê li me dike."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.