Malbata Şenşayar: Êdî gotina ku bibêjin nemaye

  • 12:23 15 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 556 roj in didome. Malbatê îro çalakiya bêdengiyê lidarxist û kaxizekê "Edalet" li ser hatî nivîsin vekir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 556’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber Edliyeya Rihayê û li qada ku weke “Quncikê Edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe da destpêkirin. Ferît bi blokên beton ên li ber deriyê edliyeyê ve pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkesê edalet” hate daliqandin. 
  
Ferît weke bertek nîşanî bersivnedayîna daxwazên wan a her roj bi daxuyaniyên çapemeniyê tîne ziman, çalakiya bêdengiyê lidarxist. Ferît  kaxizekê “Edalet” li ser dinivîsî qasî deqîqeyekê di destê xwe de girt qet neaxivî. Ferît piştî çalakiyê wiha got: “Êdî gotina ku bibêjin nemaye ji ber wê min xwest bêdeng bim.”