Hevseroka KNK’ê: Divê bi ruhek netewî li dijî êrişan rabîn

  • 10:28 15 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê derbarê êrişan de hişyarî da û got: "Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek li beramberî aliyên siyasî heye. Vê yekê jî wisan kiriye ku hestên netewayetî hinek lewaz bibin. Lê pêwîste em bi ruhek netewî bikarin bersiva van êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin.”
 
Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad, derbarê hewildanên dewleta Tirk ên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî.
 
Zeyneb, da zanîn ku Gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê di qonaxek çarenûssaz de derbas dibe û got: “Rewşa ku niha li Rojhilata Navîn derketiye, bi taybetî jî li Kurdistanê rewşek gelek hestiyar û metirsîdare. Vê rewşa hestiyar wisan kiriye ku dagirker çavê xwe berdin destkeftiyên ku îro Gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene.
 
Êrişên dewleta Tirk roj bi roj berfirehtir dibin. Diyare dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya Împaratoriya Osmanî zindî bike. Dixwaze xwe bigihîne wan sinorên ku di nava mîsaqî mîlî de diyarkirine û ji bo vê dixwaze şerek mezin bi meşîne.”
 
Dewleta Tirk ji berê de plana dagirkirinê daniye û roj bi roj êriş û dagirkeriya xwe berfireh dike. Murad got: “Em hemû dizanin dewleta Tirk here kuderê wî cihî yê xwe dihesibîne. Ji bona wê divê em yekrêziya xwe û yekgirtina hemû aliyan rûbirûyê dagirkeriyê rabin û van êrişan rawestînin.
 
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek li beramberî aliyên siyasî heye. Vê yekê jî wisan kiriye ku hestên netewayetî hinek lewaz bibin. Lê pêwîste em bi ruhek netewî bikarin bersiva van êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin.
 
Divê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê rabin. Ger ne bi leşkerî jî be divê bi awayek pratîkî helwesta xwe li dijî vê dagirkeriyê nîşandin û bêdeng nemînin.”