Li Hewlêrê ji bo stargehên jinan kampanyaya komkirina pirtûkan dest pê kir

  • 08:33 15 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr û nivîskaran li Hewlêrê ji bo stargehên jinan dest bi kampanyaya komkirina pirtûkan kirin. 
  
Di saetên êvarê de bi armanca avakirina pirtûkxaneyan ji bo stargehên jinan ên li parêzgehên Herêma Kurdistanê ji aliyê komek nivîskar, rewşenbîr û çalakvanan ve kampanyek komkirina pirtûkan hat ragihandin.
 
Yek ji endamên rêvebirina kampanyê Perêz Omer derbarê ragihandina kampanyê de ji Rojnews re axivî û got: “Stargehên jinan bê pirtûkxane ne. Em fikirîn ku kampanyayek ragihînin ji bo komkirina pirtûkan da ku bikaribin pirtûkxaneyan ji wan re avakin yan jî pirtûkxaneyên hene hîn dewlemendtir bikin.”
 
Perêz Omer diyar kir wê kampanyaya wan ji 15’ê Îlonê dest pê bike heta dawiya mehê berdewam bike. Perêz got, wê rojane pirtûk li Şaxa Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Hewlêrê ji saet yekê piştî nîvro ta şeşê êvarê pirtûk werin komkirin.