350 parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

  • 14:30 14 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji 22 welatan 350 parêzer derbarê serlêdanê de li Brukselê civînek li dar xist û diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqa cihêkar di meriyetê de ye û xwestin ku qedexeya hevdîtina parêzeran bê rakirin. 
 
Ji 22 welatan 350 parêzerên di asta cîhanê de bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, serî li Wezareta Edaletê dan. 
 
Parêzeran da zanîn ku ev 18 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin, bi vê yekê re tecrîd hatiye girankirin û hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî jî kirin. Parêzer û hiqûqnasan têkildarî serlêdanê, li Kuluba Çapemeniya Ewropayê ya Paytexta Belçîkayê Brukselê daxuyanî dan. Di civînê de gelek nûnerên hiqûq û rêxistinên mafên mirovan û parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Şakar jî amade bûn. 
 
'Qedexê hêj di meriyetê de ye'
  
Seroka Yekitiya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê (SAD) Hélène Debaty danezana hevpar xwend. Danezana hevpar a 350 parêzerên ji 22 welatan wiha ye: 
 
“Birêz wezîr, mafê hevdîtina bi parêzeran re yê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tê astengkirin. Ji 7’ê tebaxê heta niha Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji sala 2015’an heta niha nahêlin girtiyên din jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ev, hiqûqeke cihêkar e. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha hiqûqeke cihêkar heye. Ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta sala 2019’an qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hebû. Piştre jî 5 hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji wê rojê heta niha jî qedexe di meriyetê de ne. Abdullah Ocalan di 25’ê adara sala 2021’an de li ser telefonê hevdîtin kir. Ev yek jî di pêvajoyeke krîtîtk de hate kirin. Em di ferqa bandorên wê yên civakî û polîtîk de ne.
 
Peymana NY tê binpêkirin
  
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) got ku astengkirina hevdîtinên parêzeran û qutkirina têkiliyan a bi derve re binpêkirina mafên mirovan a navneteweyî ye. Van sepanan rê li ber bertekên navneteweyî vekir. Gelek parêzeran di çalakiyan de bertekên xwe nîşan dan. Li Tirkiyeyê 775 parêzerên ku endamên 29 baroyan bûn, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re serlêdan kirin. Qedexeya parêzeran a li Îmraliyê tê wateya binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî. Tevdîrên CPT’yê û hiqûqa Tirkiyeyê tê binpêkirin. 
 
Beyî wekalet dikare hevdîtinê bikin
 
Divê rêzê bo mafên girtiyan bigirin. Li gorî qanûnên navneteweyî, hemû girtî xwedî mafê hevdîtina bi parêzeran re ye. Divê ev yek bi awayekî ewle bê kirin. Dibe ku ev hevdîtine bên temaşekirin lê guhdarîkirina wan qedexe ye. Li gorî rêgeza 16’emîn, divê hemû dewlet rêzê bo vî mafê hevdîtinê bigirin û asteng nekin. Hemû parêzer jî dikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Li gorî xala 25’an;  li Tirkiyeyê bêyî ku wekalet hebe, dikare bi girtiyan re hevdîtin bê kirin. Têkoşîna ku hempîşeyên me li Tirkiyeyê didin, ji bo pêkanîna mafên navneteweyî ye. Em li vir careke din mafê xwe yê hevdîtinê yê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin re dubare dikin.” 
 
'Hewcehî bi pêvajoya dozê nîne'
  
Ji Baroyên Parîs Brukselê Georges Henri Beauthier jî di civînê de axivî û got ku tevî îmzekirina peymanên navneteweyî jî mafê pêkanîna peywirên xwe yê parêzeran tê binpêkirin. Georges got ku heke parêzer di mijara parastina miwekîlê xwe de xwedî hemû mafan nebe, wê demê hewcehî bi pêvajoya dozê jî nîne. 
 
'Dê têkoşîna hiqûqê bidome'
 
Serokê Baroya Brukselê yê Berê Maurice Krings jî da zanîn ku Baroya Brukselê piştgiriyê dide parêzeran û dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. 
 
'Ji mafê hêviyê bêpar hiştin'
 
Ji Tora Parêzerên Pêşveçûnê ya Brukselê Selma Benkhelifa jî bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi parêzeran re û wiha got: “Divê dewlet li gorî hiqûqê tevbigere. Weke parêzeran berpirsyariya me ew e ku biryarên hiqûqî bidin girtin. Lê belê Tirkiye bi tu awayî li gorî biryarên hiqûqê tevnagere. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da û got ku li Îmraliyê îşkence heye. Biryar da ku Tirkiye bi astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re xala 3’yan a DMME’yê bin pê dike. Li gel biryara DMME’yê jî Tirkiyeyê Abdullah Ocalan ji 'mafê hêviyê' bêpar hişt. Mafê Ocalan ê hêviyê heye. Hevdîtina bi parêzeran re jî bo vî mafî girîng e. Lê belê Tirkiye vî mafî asteng dike û durûtiyê dike.”
 
'48 parêzer hatin binçavkirin' 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar jî di civînê de axivî û spasiya 350 parêzeran kir. Şakar, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata sala 1999’an heta niha di tecrîdê de ye û wiha pê de çû: “Hevdîtina bi parêzeran re ji destpêkê heta niha bipirsgirêk bûn. Bi taybet jî ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an ve qedexeyeke tund a hevdîtina bi parêzeran re kete meriyetê. Ji wê rojê heta niha tenê 5 caran hevdîtin hatine kirin. Di sala 2011’an de li dijî parêzerên birêz Abdullah Ocalan pêla binçavkirinê dest pê kir û 48 parêzer hatin binçavkirin. Ji wan gelek hatin girtin. Tevî qedexeyan, rastî gelek zextan jî hatin. Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha jî tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin."  
 
'Divê CPT biçe Îmraliyê'
 
Mahmût, diyar kir ku ne tenê ji bo malbat û parêzerên wî, ji bo civaka Gelê Kurd jî rewşeke krîtîk e û wiha domand: "Hincetên Dewleta Tirk pir komîk in. Cezayên disiplînê yên di navbera salên 2005-2009’an de nîşan didin. Cezayê disiplînê yê di sala 2005’an de dikin hinceta qedexeya hevdîtinê ya sala 2021’ê. Tu bingeheke hiqûqî yê van qedexeyan nîne. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, weke parêzeran me serî li her rêyên hiqûqa navxweyî dan. Tiştekî balkêş heye. Ji sala 1999’an heta niha tu serlêdanên me yên ji bo hiqûqa navxweyî û îdareyê nehatine qebûlkirin. Dema mijar dibe birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî, hiqûqa Tirkiyeyê naxebite. CPT’yê di vê mijarê de li Îmraliyê 8 caran hevdîtin kir û rapor weşand. Lê Tirkiye li gorî raporên CPT’yê jî tevnegeriya. Divê bi taybet jî bang li CPT’yê bê kirin ku biçe serdana Îmraliyê.”