Cenazeyên 2 HPG’yiyan bi mehan e li ATK’ê tên sekinandin

  • 14:10 14 Îlon 2022
  • Rojane
AMED – Li navçeya Licê di dîrokên cuda de di pêşçûnên ku derketin de 2 HPG’yiyên ku jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wan bi mehan e li ATK’ê tên sekinandin.
 
Li navçeya Licê ya Amedê di dîrokên cuda de di pêşçûnên ku hatin jiyîn de HPG’yiyên ku jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan bi mehan e li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên sekinandin. Li Licêyê di 17’ê Hezîranê de di pêvçûnê de Mesût Akyuz (Dişerda Semsûr) ê HPG’yî ku jiyana xwe ji dest da, 3 meh in cenaze wî tê sekinandin.
 
Her wiha di 17’ê Tirmehê de di pêvçûnê de Necatî Ûtkû Kîraz (Azad Amed) ê HPG’yî ku jiyana xwe ji dest da, 2 meh in cenazeyê wî tê sekinandin. Beriya mehek pêşî malbata Necatî ku ji Mêrsînê hat Amedê, cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Lê belê cenaze nedan malbatê û ji bo DNA’yê ji malbatê xwîn hat girtin.