Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be!

  • 12:24 14 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan, bêdengiya li heberî rewşa girtiyên nexweş rexne kirin û gotin, "Kî piştigiriya me dike bila niha bikin. Dibe ku sibe dereng be."
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê hatibû destpêkirin, îro li ber Saziya Tiya Edlî(ATK) a Amedê berdewam kir. Malbatan di çarçoveya çalakiya xwe de daxuyanî da. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY - DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA -DER) Komeleya 78'an a Amedê, Federasyona Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Hikumxaran re (MED TUHAD -FED) Komeleya Lêkolîna Lêkolîna li Ser Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED -DER) bi armanca piştevaniya bi malbatan re jî di çalakiyê de cih girtin.
 
'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
 
Ji xizma Girtiyan Herdem Mervanî diyar kir ku ew 10 meh in di çalakiyê de ne û ji wê demê û vir de kesekî bersiv nedaye daxwazên wan. Herdemê wiha berdewam kir, "Me bi caran sirgûnkirina girtiyan a ji bajarên malbatên wan lê ne dûr rexne kir. Ji ber dûrbûna girtîgehan em mikarin bi xizmên xwe re rûbirû têkilîyê daynin. Tenê mafekî me yê têkilîdanînê dimîne û ew jî bi telefonê ye. Lê ji bo wê jî hema çi bigire her hefte dibêjin telefon xirabe ye. Çawa dibe ku li hemû girtîgehan telefon xirabe bin. Em careke din bidbêjin; bila girtiyên nexweş bên berdan."
 
'Kî piştgiriya me dike bila niha bikin'
 
Herdemê diyar kir ku ew nikarin ji xizmên xwe agahiyê bigirin û ev tişt got, "Bavê min li girtîgeha Balikesîrê dimîne. Lê ji ber ku mafê wî yê têklîdanîna bi telefonê ji dest hatiye girtin em nikarin bi rêya telefonê jî xwe bigihîninê. Gelek girtî di heman rewşê de ne. Ji ber vê ye ku em herdem dibêjin bila girtiyên nexweş bên berdan. Me bê navber daxwazên xwe anîn ziman. Kî piştgiriya me dike bila niha bikin. Dibe ku sibe dereng be."
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Bijî berxwedana zindanan", " Heq hiqûq edalet" û bi çepikan bi dawî bû.