ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 14 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Jinên li Amedê dijîn, li dijî polîtîkayên qirkirinê û talankirina xwezayê banga tevlîbûna meşa "Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşîn" li jinan kir û gotin: "Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi hêz bin." BI DÎMEN 
 
*Têkildarî êrişên dewleta tirk ên piralî yên li dijî çand, huner, zimanê Gelê Kurd Endama Çand û Hunera Baqî Xidoyê ya Kantona Kobanê Leyla Ahmed wiha axivî:"Dema aliyek li hemberî te û çanda te tevgerek ne mirovî nîşan bide yan jî her tim bixwaze mafên te binpê bike, ev yek dide diyarkirin ku dixwaze tu ji çand, ziman, hebûn û nasnemeya xwe dûr bikevî û werî xapadin. Loma ji bo parastina nirx û rêgezên çanda Kurdî her tim wekî gel em di nava tekoşînê de ne." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Emîne Akşahîn da zanîn ku li qadên dibistanê ku polîtîkayên asîmîlasyonê lê bi bandor e, xwendekar bi polîtîkayên asîmîlasyon û şîdeta sosyolojîk re tên rû hev û got: “Em perwerdehiyeke ku tenê Tirkî, yek ziman, yek çand û yek nasnameyê esas digire qebûl nakin û em li dijî vê ne.” BI DÎMEN