Heyeta HDP'ê bi wekîlê Serdozgerê Girtîgeha Jinan re hevdîtin kir
- 17:02 13 Îlon 2022
- Rojane
ROJANE...MANŞET
AMED - Heyeta HDP'ê, derbarê greva birçîbûnê ya ku duh li Girtîgeha Jinan a Amedê bi armanca hişyariyê hat destpêkirin û mudura me ya nûçeyan Safiye Alagaş jî di nav de cih digire de bi wekîlê serdozgerê Girtîgeha Jinan re hevdîtin kir.
Duh li Girtîgeha Jinan a Amdê li gel mudura meya Nûçeyan Safiye Alagaş, Rojinameger Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur, bi armanca hişyariy ji bo 5 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin.
Heta ku ji SerokWekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Cîgirê Hevserokên Komîsyona Mafên Mirovan a HDP'ê Serhat Eren û Alîkara Hevserokên Giştî ên HDP'ê Feleknas Uca pêk dihat bi wekîlê serdozgerê Girtîgeha Jinan re hevdîtin kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de daxwazên girtiyan hatine axaftin.