Ji bo Meşa Cûdî bang: Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin

  • 15:44 13 Îlon 2022
  • Rojane
RIHA - Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Aliye Kizildamar banga tevlîbûna ji bo Meşa Cûdiyê ya wê di 17'ê Îlonê de bê lidarxistin kir û got:"Piştgiriyê bidin têkoşîna xwezayê."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê têkildarî Meşa Çiyayê Cûdî daxuyanî da ku dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li Dijî Wêraniya Şer û Talankirina Xwezayê Dimeşin” bê lidarxistin. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hate dayîn. Li gel endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê, gelek kesên din jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar bal kişand ser qirkirina daran û wiha got: “Darên li Şirnexê tên birîn, pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina daran, banga me li her kesî ew e ku beşdarî meşê bibin. Tu eleqeya van sepanan bi polîtîkayên ‘ewlekariyê’ nîne. Roj bi roj xetereya li ser jiyana me mezintir dikin. Ji ber ku qadên me yên jiyanê hişk dikin, xwezaya me talan dikin û herêmê ji mirovan vala dikin. Di serî de tevgerên ekolojiyê, banga me li temamiya gelê me ew e ku di 17’ê îlonê de beşdarî meşê bibin. Em ê di 17’ê îlonê de ji Rihayê derkevin rê û li Şirnexê bên ba hev. Banga me ew e ku hemû kes tev li vê têkoşînê bibe. Werin em xwezaya xwe bi hev re biparêzin.”