Dê Emîne Şenyaşar derkeve pêşberî dadger

  • 12:41 13 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a wê îro bi hinceta "heqaret û buxtan" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Yildiz kiriye derkeve pêşberî dadger, bi gelek kesên ji bo piştgiriyê hatiye gel wê, Nobeda Edaletê digire. 
 
Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 554’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe serê sibehê ji mala xwe ya Pirsûsê ketin rê û hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbatê li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. 
 
Doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
 
Emîne Şenyaşar ji ber gotinên xwe yên di çalakiya roja 157’emîn de yên derbarê Îbrahîm Yildiz ê AKP’î de anîbû ziman dê îro derdikeve pêşberî dadger. Danişîna doza yekem a bi îdiaya “heqeret û buxtan” li Îbrahîm Yildiz kiriye dê îro li Dadgeha 4’emîn a Asliyeya Rihayê bê dîtin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê û girseyeke ji pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê pêk tê beriya danişînê tev li çalakiya nobetê bûn. Di çalakiya nobetê de pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” li ser betonên li pêşiya edliyeyê hate daliqandin.