Ji 22 welatan bi sedan parêzer ji bo çûyîna Îmraliyê serî li wezaretê dan

  • 10:42 13 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzer serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê dan, ji bo karibin serdana Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê bikin. 
 
Ji çar aliyên cîhanê bi tevahî ji 22 welatan bi sedan parêzer nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandin û xwestin biçin serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê. Parêzer wê li ser mijarê di 14'ê îlonê ango sibê çarşemê saet di 10:30'î de li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
 
Parêzeran rewşa li girtîgeha Îmraliyê weke 'Rewşeke taybet' pênase kirin û astengiya li pêşiya mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan weke şêweyekî tecrîdê ya cihêkar bi nav kirin.
 
Parêzeran ragihandin ku Abdullah Ocalan li cîhanê weke Mandela yê kurdan tê dîtin û gotin, di çarçoveya hiqûqa navxweyî ya Komara Tirkiyeyê de ew dixwazin serdana Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikin.
 
Têkildarî serlêdana li Wezareta Edaletê ya Tirk, li navnîşana Rue Froissart 95, 1000 Bruxelles wê li Kulûba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li Brukselê civîna çapemeniyê bê lidarxistin û nûnerên gelek rêxistinên hiqûqî weke qiseker beşdar bibin.
 
Hiqûqnasên ku beşdarî civîna çapemeniyê bibin wiha ne:
 
* Ji Baroya Parîs û Brukselê Georges Henri Beauthier
 
* Bi navê Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED) Seroka Syndicat des Avocats pour la Démocratie-le SAD (Yekîtiya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasiyê) Hélène Debaty
 
* Ji Tora Parêzeran a ji bo Pêşketinê ya Brukselê Selma Benkhelifa
 
* Hevsekreterê Yekîtiya Parêzeran a Ewropayê Thomas Schmidt