'Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e

  • 15:38 12 Îlon 2022
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 10 û 11'ê îlonê de HDP’ê civîna xwe li dar xist û encamnameya xwe ji raya giştî re aşkera kir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola girîng a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve holê. ”
 
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya di 10 û 11’ê îlonê de aşkere kir. HDP'ê di encamnameya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û da zanîn ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê bi tecrîda mutleq pergaleke îşkenceyê ku li cîhanê mînaka wê tune ye ava dike.
 
Di encamnameya HDP'ê de ev mijar derketin pêş: 
 
“Şer û pevçûnên li dinya û herêma me, di asteke xetere de didome. Şerê Rûsya û Ukraynayê, şerên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê û dawiya dawîn hêzên emperyalîst şer anîne asta ku bi êrîşên nukleer gefan bixwin. Tifaqa AKP û MHP’ê di siyaseta derveyî de jî di polîtîkayên xwe yên dijminatiya kurdan dike û dixwaze xwe berfireh bike, bidomîne. Vê tifaqa şer siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser vî tiştî amade kiriye, ji bo dîzayna siyaseta hundirîn û hêza xwe kom bike, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Dixwaze bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike û bazariyan dike ku destkeftiyên kurdan ji holê rake. Hedefa sereke ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ev e ku nirxên demokrtîk ên şoreşger ên gelên kurd û ereb ji holê rake. Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê divê ji qada ku dagir kirine, vekişin.
 
Tifaqa AKP û MHP'ê li Îmraliyê li hemberî Rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq daye destpêkirin û pergaleke êşkenceyê ya ku li dinyayê tu mînaka wê tune, ava dike. Bi tecrîdê re tê xwestin ku doza kurdan ji çareserî û îradeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were dûrxistin. Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola girîng a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve holê. Di demên dawîn de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê rêzdar Ocalan biryara ‘heqê hêviyê’ daye û divê ev biryar li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî û peymannameyên navneteweyî were pêkanîn.
 
Şer ne bi tenê bandorê li ser qedera gelan dike, di heman demê de pêşiya talana xwezayê jî vedike. Di 17’ê Îlonê de li hemberî hilweşandina şer û talana xwezayê em ê bi tevlêbûna rêxistinên girseyî yên demokratîk û tevgerên ekolojiyê ber bi Cûdiyê ve bimeşin.
  
Di salvegera 42’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de li her qadê feraseta darbekar didome. Desthilatdarî bi peywirdarkirinên qeyûman re, bi wesayeta xwe ya daraz û siyasetê re û bi zext û pêkutiyên li ser civakê re ev feraseta darbekar didome. Tu rêveberî û pratîka darbekar a ku dixwaze bi zordestî û şîddetê civakê desteser bike, bi ser neketiye. Wê feraseta darbekar a AKP û MHP’ê û pratîka darbeyê ya 12’yê Îlonê bi hev re werin bîra mirovan.
  
Welat êdî bi awayekî ketiye pêvajoya hilbijartinê. Meclîsa me ya partiyê bi kitekit li ser vê pêvajoyê sekiniye û biryar daye xebatên hilbijartinê yên didome, bilezîne. Doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê didome em jî ji bo ku civakê bê vebijark nehêlin, di her warî de em amadekariyên xwe didomînin. HDP hêza tifaq û pêşengiyê ye ya ku li ser ked, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê hatiye avakirin. Partiya me li hemberî darbeyan wê bibe garantorê demokrasiyê û li hemberî vesayetê jî wê bibe garantorê azadiyê.
  
Em li ser esasê Rêya 3’emîn ji bo çareseriya demokratîk a di doza Kurdan de û ji bo cihêkariya li ser baweriyan were rakirin, nêzikatiya li ser esasê ked, azad û wekheviya zayendiyê birêxistin dikin. Di warê çareseriya aştiyane û demokratîk a doza kurdan de, di warê sazkirina siyaseta derveyî ya ku bala xwe dide îradeya gelan em ê rolê werbigirin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê di 24’ê Îlonê de meşa demokrasiyê ya mezin a gelên Tirkiyeyê bide destpêkirin, wê hêviyê mezin bike, wê nexşerêya xwe ji raya giştî re eşkere bike.
 
Em ê tevî hemû gelên Tirkiyeyê, bi bindestan re vê gavê biavêjin û em ê bi hev re bi ser bikevin.”