Nobeda Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 552'yan de ye

  • 12:31 11 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 552’yemîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Hun ê di rondikên çavên me de bifetisin.”
 
Nobeta Edaletê ya Emîne û Fertî Şenyaşar a di 9’ê adarê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 552’emîn de berdawam dike. Emîne û Ferît ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe di mala xwe ya li Pirsûsê de domandin. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kirin û ev peyam parve kir: “Çu hukmê axaftina bêyî kirin nîn e. Yên ku wijdana wan hene, rondikên dayikan hîs dikin. #Hunêdirondikênmedebifetisin.”