Li Ordûyê jina karker a çandiniyê jiyana xwe ji dest da

  • 11:24 10 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Jina bi navê Fatma Yetek a ku ji Bismilê weke karkera çandiniyê çûbû Orduyê, di encama lêdana mêşhingiv de jiyana xwe ji dest da.
 
Hat diyarkirin ku jina bi navê Fatma Yetek a ku ji bo berhevkirina findiqan ji navçeya Bîsmîl a Amedê çûbû Ordûyê jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiya ku Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendûristiya Karkeran li ser medyaya dîjîtal parve kiriye, Fatma Yetek a karkera demsalî ya çandiniyê ya ku ji bo berhevkirina findeqan ji Bismilê çûbû Ordûyê, di encama lêdana mêşhingiv de jiyana xwe ji dest daye.