ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 10 Îlon 2022
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Desteya Avê ya Herêma Firatê Xalîse Hec Qadir, têkildarî polîtîkaya dewleta tirk a di çarçoveya qutkirina avê ya li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got:"Ji ber av bingeha jiyanê ye, dewleta tirk wekî çekekê li dijî gelan bi kar tîne. Em li dijî qutkirina avê bêdeng û bêçareserî namînin. Em her tim çareseriyan peyda dikin, em her tim ji gelê xwe re alîkariyê derdixin pêş û tu carî jî dewleta tirk nikare bi rêya şerê sar vîna gelan û xebatên me lawaz bike." DÎMEN HEYE
 
*Piştevaniya Mor bi dirûşma "Em ne li ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê" 6’emîn Kampa Jinan a Havînê ya lingê Egeyê di 11-12’yê îlonê de li Balikesîrê pêk tîne. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Giştî a DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku tekanê rê ya li dijî êrişan yekitî ye û got: "Pêwîste  Gelê Kurd li hemberî van êrişan yekitiyan xwe pêkbîne û destkeftiyên xwe biparêze." BI DÎMEN 
 
*Garîbe Gezger a li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara Yekê ya Kandirayê hat qetilkirin der barê mirina wê de lêpirsîn hatibû vekirin lê tevî 10 meh derbas bûye jî rapora otopsiyê nekirine nava lêpirsînê. Dosyaya îşkence û tecawizê ya Garîbeyê jî li DDB’ê ye.  DÎMEN HEYE