Metîn Ar ê ji girtîgehê hat berdan Arzû Ar qetil kir

  • 15:31 9 Îlon 2022
  • Rojane
 
BARTIN - Metîn Ar ê ku Arzû Ar a pê re zewicandî û li ber berdanê bûn Tehdît kiribû hatibû girtin û piştî bi 8 mehan hat berdan. Metîn Ar ê ku piştî 8 mehan hat berdan Arzû qetil kir. 
 
Li Bartînê Arzu Ar ji aliyê Metîn Ar ê ku pê re di pêvajoya berdanê de bû hat qetilkirin. Hate hînbûn ku Metîn Ar 8 meh berê ji ber gefa kuştinê li Arzu Ar xwaribû hatibû girtin û 2 roj berê ji girtîgehê derketibû.
 
Piştî ku hat berdan, kiryar rê li Arzû Ar a ku bi zaroka xwe re li kolana Hendekyanî dimeşiya, girt û piştre bi kêrê li ber çavê zaroka wê êrîşî Arzu Ar kir. Li ser agahiya kesên derdorê ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê jina bi giranî birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê. Arzû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dar.
 
Metîn Ar ê ku ji kesên li derdorê ve lêdan xwar ew jî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.