Pervîn Buldan: Jin dê dawî li dizî û talanê bînin

  • 13:16 9 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de axivî û got, “Hilbijartinên ku bên kirin, hilbijartinên  bidawîkirina  dizî û talanê ya 20 salan e. Jin dijminatiya gel, feraseta ku ji gel distînin û didin dest dewlemendan dê bi dawî bikin. Yên ku gefan li jinan dixwin, wê bi lîstika jinan têk biçin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo xeta têkoşîna siyasî ya serdema nû li navenda giştî ya avahiya partiya xwe kom bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axaftina vekirinê ya civînê kir.
 
Pervîn Bûldan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tirsandin, zext û kaosê xwe ji bo hilbijartinê amade dike û got, "Êrîşên li ser destketiyên jinan, kurdan, hêzên demokratîk û kedê, gefa şer a li welatên cîran bûye kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatdariyê û soza wê ya ji civakê re ye."
 
Hewldana tesfiyekirina nasnameya jinê'
 
Pervînê destnîşan kir ku ew hêza têkoşîna jinê dibîne û destnîşan kir ku her jineke ku azad be û dev ji gotin û çalakiya xwe ya demokratîk bernede, dibe fobiya desthilatdariyê. Pervînê got, “Ji ber vê yekê bi taybetî di salên dawî de şerê xwe yê herî dijwar li dijî jinan dimeşînin.  Her ku Bê hêvî dibin, êrîşên xwe zêde dikin. Ji siyasetmedarên jin heta hevşaredarên me yên jin, ji pêşengên têkoşîna jinê heta jinên hunermend û kedkaran êrîşa li ser jinan ji hemû pêkhateyan weke erka xwe anîn ziman. Divê baş bê zanîn ku; Her çiqas gel cuda bin jî armanc yek e. Bi taybetî binçavkirina parêzera me ya jin Semra Guzel bi pêkanînên îşkenceyê û hewldana wan a ji bo teslîmgirtina parêzerên me, hewldana bindestkirina nasnameya jinê ye. Hewldana bindestkirina kurdan e. Ev hewldanek ji bo bindestkirina siyaseta demokratîk e.”
 
Pervînê bal kişand ser  êrîşên li Ser Semra Guzel û  ev tişt got, "Ez careke din ji wan re vebêjim. Semra Güzel vîna gelê me û jinan e. Ne ya tu kesî ye ku vê îradeyê bitewîne, nemaze yên ku sûc dikin, nikarin  jinên ku hewl didin teslîm bigirin. Jin wê bi serbilindî bimeşin. Ji vir careke din em li ser navê meclisa xwe ya jinan hezkirin û hurmeta xwe ji hevala Semra Guzel re dişînin."
 
'Yên ku vê pergala rizyayî hilweşînin jin in'
 
Pervînê anî ziman ku hêza esasî ya ku vê pargala riziyayî biguherîne  jin in. Hişmendiya demokratîk û wekhevîparêz a jinan, xwedî wê bandorê ye ku siyasetê jî civakê jî biguherîne. Lewma têkoşîna jinê girîng e. Ji bo hilbijartinê li qada siyasetê nîqaş têne kirin, hin hesab têne kirin. Dixwazim bi rengekî eşkere bibêjim. Ti hesabê ku cih di nav de nebe bi ser nakeve. Bi fikrê HDP'ê re ku li ser mezinkirina têkoşîna jinê ava bûye û partiyeke jinê ye, di vê mijarê de bi rengekî eşkere em helwestê nîşan didin. Bila Tifaqa Cûmhûr jî ya Milet jî zanibin. Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke. Bila HDP'ê ji xwe re nekin malzemeyê siyasî. Bila her kes hedê xwe zanibe. Gava ku HDP bilêv dikin, divê hezar carî bifikirin."
 
Pervîn Bûldan diyar kir ku yên gefê li jinan dixwin wê bi dengê jinan têk biçin û got, "Îro ji her beşa civakê jin xwedî têkoşîna çareseriya hevpar in Jin li dijî newekhevî, tundî, mêtingerî û şer têkoşîneke xurt û hevpar dimeşînin. Di vê têkoşînê de wêrekî heye, bawerî û biryardarî heye. Lewma hêvî bi jinê re ye, di têkoşîna hevpar a jinan de ye."
 
'Em ji bîr nakin'
 
Pervînê cenazeyê Hakan Arslan ku di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arsan kirin, bi bîr xist û got, "Bi vê yekê re careke din dijminatiya xwe ya li Kurdan ji raya giştî re eşkere kirin. Ev sûcekî nefretê ye. Ji desthilatdariyê re dibêjim; zanibin ku ev têkoşîna jinê û rûmeta mirovahiyê ji siyaseta we ya dijminatiyê xurtir e. Em ê vê siyaseta we ya dijminatiyê û nefretê teqez têk bibin. Dîrok jî, edaleta rasteqîn jî wê sûcên li dijîmirovahiyê ji bîr nekin."