75 jinên ku li Kadikoyê hatin binçavkirin serlêdana sûc kirin

  • 13:14 9 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - 75 jinên ku di 1'ê Îlonê de li Kadikoyê bi şîdeta polîsan re rûbirû man serî li ÎHD'ê dan. Jinan diyar kir ku ew ê tu carî serî natewînin dê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 75 jin li Kadikoyê bi taciz û şîdeta polîsan re rûbirû man û bi lêdanê hatin binçavkirin. Jinên ku bi şîdetê re rûbirû man li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê û serî li ÎHD'ê dan. Jinan di daxuyaniyê de pankar ta "Hûn nikarin bi îşkence û binçavkirinan vîna jinan teslîm bigirin" vekirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya, hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol, seroka Komeleya Demê ya Jinan Dîlek Başalan, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Îlknûr Bîrol serê ewilî axivî û got: "Di 1'ê Îlonê de 75 jin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her merheleyen binçavkirinê sûc e. Em ji bo darizandina sûcdaran hatin li vir. Demek dirêje bi heman helwestê nêzî me dibin. Jinên ku xwestin li Îskeleya Kadikoyê daxuyanî bidin ji hêla polîsên girêdayî Emniyeta Stenbolê ve bi şîdetê re rûbirû man û hatin binçavkirin. Êrişa li hemberî jinan wek teknîkek tê bikaranîn. Lêdan, kelepçekirina berovajî, heqaret, temas hemû sûc e û di 2'ê Îlonê de ev sûc li hemberî jinan pêk hat. Dixwazin jinê bitirsînin. Li ser jinan dixwazin peyamekî bidin civakê."
 
'Dixwazin serî li me bidin tewandin'
 
Ji komeleya Demê ya Jinan Dîlek jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li hemberî jinê bi awayekî sîstematîk şîdet tê meşandin. Gelo çima Roja Aştiyê de êriş birin ser jinan? Ji ber ku dizanin dê aştiyê bînin vî welatî jin in. Di 1'ê îlonê de jin li dijî şer û pêkanîna aştiyê kom bûn. Di 8'ê Adarê de, di 25'ê Mîjdarê de li hemberî jinan doz tên vekirin. Di roja aştiyê de êriş birin ser jinan. Îqtîtara AKP-MHP peyamek xwest bide. Wekî nêzîkatiya li hemberî Semra Guzel. Dixwazin serî bidin tewandin. Lê divê bê zanîn ku çend bigirin binçavan jî tê jin her tim li kolanan bin. Em ê bi hev re bin."
 
'Em ê li kolanan bi hev re bin'
 
Ji Halkevî Zeynep Çelîk jî di daxuyaniyê de bal kişand ser zîhniyeta îşkenceyê ya dewletê û wiha bi lêv kir. "Îro li hemberî jinên sûrî, LGBTI+ zîhniyeteke dijminatiyê heye. Ev tişt ne tesadûfiyê. Piştî ku Peymana Stenbolê hat betalkirin, daketina me ya li kolanan bi şîdetê hat bersivandin. Lê belê jin bi hêz bûn û tu carî dev jî kolanan bernedan. Bi taybetî Midûrê Şaxa Emniyetê ya Stenbolê Hanîfî Zengîn, di her çalakiyan de bi sîstematîk rêbaza şîdet û tacizê li hemberî çalakvanan bikartîne. Me der barê vî de gilî kir. Çend têr neke jî derbarê wî de lêpirsinek hat destpêkirin. Di her mudaxaleyên bi vî rengî de divê em serî li cihên peywîrdar bikin. Em ê li kolanan bi hev re bin." 
 
'Dê hesab bê pirsin'
 
Parlamenter Huda Kaya, da zanîn ku pergala heyî li hemberî jinê êrişeke mezin pêk tîne û wiha axivî: "Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de em carek din bi zîhniyeteke wisa ya êrişkar re rûbirû man. Divê kesên ku bi şîdetê re rûbirû man divê gilî bike. Kesên ku li pêş me ne siyasî ne, kesên ku li gorî xwe tevdigiren, êriş dikin û rêxistineke sûc e. Wezîfeyên wan jî hedef girtina jinê ye. Ji ber zîhniyeta xwe jinê her tim wek dijmin dinirxînin. Ji ber vê sedemê gilî kirin gelek girîng e. Divê li dijî her cureyên li dij hiqûqê bertekek bê nîşandan û hesab bê pirsin." 
 
Îlknûr carekdin mafê axaftinê girt û bal kişand ser domandina berxwedana jinan. 
 
Jinên ku bi şîdetê re rûbirû mayê formên ku hatî dayîn tijê kirin û piştrê gilî kirin.