Cenazeyê Şîlan Okmen a YJA-Starî hat definkirin

  • 12:30 9 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê endama YJA-Starê Şîlan Okmen a di şerê li çoltera Wanê jiyana xwe ji dest da û endamê HPG’ê Tûran Ozel li bajarên wan hatin veşartin. 
 
Cenazeyê endama YJA-Starê Şîlan Okmen ku di şerê heman dîrokê li navçeya Mîksê derketî de jiyana xwe ji dest da jî duh hate wergirtin. Cenazeyê Şîlan duh anîn bajaroka Ewêna ya navçeya Stewra Mêrdînê. Cendermeyan diyar kir ku wê destûr nedin ku cenaze bi girseyî bê veşartin û dê tenê destûr bidin malbatê. 
 
Malbatê ji bo wecîbeyên olî yên cenaze pêk bîne, cenaze bir mizgefta bajarok lê deriyê mizgeftê hate miftekirin û hate xwestin ku bêyî wecîbeyên olî cenaze were veşartin. Malbatê bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku heta wecîbeyên olî pêk neînin wê cenazeyî neveşêrin. Piştî ku deriyê mizgeftê hate vekirin, cenaze hate şuştin û pişt re hate veşartin. Ji bo Şîlan li bajarok şîn hate danîn. 
 
Turan Ozel li Elihê hat veşartin
 
Cenazeyê endamê HPG’ê Tûran Ozel ê di 1’ê Îlonê de li çoltera navçeya Mîksê ya Wanê di şerekê de jiyana xwe ji des dabû, li Êlihê hate veşartin. Malbatê duh cenaze girt û anî Êlihê. Cenaze piştî wecîbeyên olî hate xwestin ku bi awayekî girseyî bê veşartin. Lê polîsên ku goristan dorpêç kirin diyarkirin ku ji bilî ferdên malbatê destûr nadin ku kes tev li merasîma cenaze bibe. 
 
Cenazeyê Tûran li Goristana Asrî ya li navendê hate veşartin. Girseya di ketina goristanê de disekinî her tim dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.