Malbata Şenyaşar: Li Rihayê edalet tenê wek peyv heye

  • 12:22 9 Îlon 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 550'î de dewam dike. Di çalakiya nobedê de hat gotin li Rihayê edalet tenê wek peyv heye.
 
Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 550’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li nebû, kurê wê Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” nobet girt. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Tu qîmeta gotinên ku nekevin meriyetê nînin. Li Rihayê edalet tenê wek peyv heye. Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn. Ji bo edaletê nobet di roja 550’yan de didome...”